9 kes li Gimgimê binçav kirin 2017-12-20 12:28:17 MÛŞ - Polîsan serê sibehê li Gimgimê bi ser gelek malan de girt û hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên berê jî di nav de 9 kes binçav kirin. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê û gundan, polîsên taybet di saetên serê sibehê de bi ser malan de girtin. Di operasyonê de rêyên gundan hatin birîn, hevserok û rêvberên HDP û DBP'ê yên berê jî di nav de, 9 welatî binçav kirin.    9 kesên birin Miduryeta Polîsan a Vartoyê, navê hin kesan wiha ye:   Hevseroka DBP'ê ya berê ya navçeyê Gulbahar Kaya, Rêveberê DBP'ê yê berê Cîhan Yalçin, Rêveberê HDP'ê yê berê Denîz Taş, Endamê Meclisa Şaredariya Gimgimê yê berê Mehmet Ozçelîk, Ziya Ozçelîk, Remziye Bîrsîn, Tefek Kucak û Yilmaz Ozçelîk.