Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin 2017-12-20 11:24:19 MANÎSA - Danişîna doza 138 siyasetmedarên kurd a li Manîsayê di roja 8’an de bi rageşî dest pê kir. Li salonê leşkeran xwest êrîşî parêzeran bikin û rageşî derket.  Yekemîn danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê yên Manîsayê di roja 8'emîn de li Edliyeya Manîsayê berdewam dike. Piştî girtî, malbatên girtiyan û parêzerên girtiyan xistin salonê, parêzeran xwest bi muwekîlên xwe yên girtî re hevdîtin bikin. Dema parêzeran bi muwekilên xwe yên girtî re hevdîtin kirin leşker meşiyan ser parêzeran û xwestin mudaxaleyî parêzeran bikin. Li ser vê hewldana leşkeran di navbera parêzer û leşkeran de ragaşî derket. Prz. Meral Kaban, bertek nişanî helwesta leşkeran da û diyar kir ku mafê leşkeran tune li salonê hevdîtina parêzeran a bi muwekilên wan re astang bike. Fermandarê leşkeran dengê xwe li Prz. Kaban bilind kir û got: "Tu kî ye. Rast bi axive" û xwe bi prz. Meral Kaban re hêrs kir.    Piştî niqaş derketin parêzerên din ên li salonê jî tev li niqaşan bûn û rageşî zêde bû. Piştî rageşî zêde bû leşkerên li salonê meşiyan ser parêzeran û xwestin êrîşî parêzeran bikin. Piştî polîsên li salonê jî ketin nava tevgerê rageşî bêtir zêde bû. Fermandarê cendirmeyan got "Karê cendirmeyan ewe ku girtiyan ji parêzeran biparezin."    Piştî niqaş û rageşiyê heyeta dadgehê jî hatin salonê û tev li niqaşan bûn. Serokê dadgehê bertek nîşani parêzeran da û got: "Ger ku bûyerek neyînî derkeve dê di elehê we de pêş bikeve." Li ser vê yekê bêtir tansiyon zêde bû. Piştî serokê Heyeta Dadgehê got 'Em derbasî danişînê dibin' rageşî bi dawî bû.    Danişîn didome.