Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin 2017-12-20 10:26:39 STENBOL – Karîkaturistê navdar Carlos Latuff, ji ber karîtatora têkildarî Serokomar Tayyip Erdogan belav kir, li ser daxwaza Erdogan hasabê twittera wî hat astengkirin. Latuff, têkildarî astengiyê got: "Ger ku min ev li Tirkiye xêz kiribûya ez dê bihatima girtin."  Serokomar Tayyip Erdogan, ji bo 11 karîkatorên ku karikaturistê Brezîlyayî Carlos Latuff der barê wî de çêkirine bên astengkirin serî li Twitterê da. Erdogan ji twîtterê xwest ku hesabê wî bê astengkirin. Karîkaturistê navdar Carlos Latuff, têkildarî mijarê ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Carlos Latuff, diyar kir ku ev rewşa Tirkiye nîşan dide û wiha got: "11 karikatorên Erdogan jî di navde der barê 80 berheman de xwest bên sarsurkirin. Li Tirkiye demokrasî ev e gelo? Çima Erdogan naxwaze Tirk bigêjin karîkatorên wî. Tirsa Erdogan çiye ?    ‘EZ TIRKIYE DIŞOPÎNIM'   Latuff, anî ziman ku ew Tirkiye ji nêzik ve dişopîne û dibîne ku li Tirkiye çapmenî di bin zextên gelek mezin de ye. Latuff, destnîşan kir ku ne tenê li Tirkiye li gelek welatên cîhanê ger ku binpêkirina mafan hebe xêz dike û wiha got: "Bi riya medya civakî em dikarin siyaseta Tirkiye bişopînin. Wekî karikaturistekî polîtîk ez welatên Filistin, Brezilya, DYA, Ewropa û Rojhilata Navîn dişopînim. Ez di kanûna 2010'an de li Tirkiye bûm. Min dît ku girseyek mezin li Tirkiye karikatoran dişopîne. Ez ji vê yekê gelek kêfxweş bûm."     'EWROPA ÇAVÊ XWE JI BINPÊKIRINÊN MAFAN RE DIGIRE   Latuff, anî ziman ku gelek geşedanên siyasî yên li Tirkiye li ser hesabê Twitterê dişopîne û wiha got: "Erdogan her dem mudaxaleyî Twitterê dike. Ewropa jî çavê xwe ji geşedanên nava Tirkiye re digire. Mixabin hêrsa Erdogan a tekakesî kesên muxalif wekî dijminê dewletê nîşan dide. Pir aşkere ye ku Erdogan penaberên Sûriyeyî yên nava welatê xwe wekî şantaja polîtik digire dest. Ji ber vê yekê Ewropa çavê xwe ji pêkanînên nava Tirkiye re digire. Li Tirkiye hemû kesên muxalif tên binçavkirin û tên girtin. Bê guman ger ku min ev xêz li Tirkiye xêz kiribûna ez dê bihatima girtin. Wekî tişta hat serê Can Dündar ez dikaribûm ji aliyê fanatikekî wî jî bihatima kuştin."    MA / Metin Yoksu