Li Êlihê şermezarkirina qeyûm 2020-04-02 22:04:30   Rojane     ÊLIH - Piştî qeyûm tayinî Şaredariya Êlihê hat kirin, çalakiya şermezarkirinê ya dengderxistinê he rşev saet di 20.00'an de dihat lidarxistin, lê belê saeta çalakiyê hat guhertin û êdî saet di 21.00'ê êvarî de dest pê dike. Welatiyan îşev jî, deng derxistin û qeyûm şermezar kirin.   Piştî qeyûm tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) banga li welatiyan kir ku her şev saet 20.00’an çalakiya deng derxistinê li dar bixin û qeyûm şermezar bikin. Çalakiyên her şev tên lidarxistin îşev jî dewam kirin. Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr ên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, ragihandin ku wan saeta çalakiyên deng derxistinê guhertine. Wê ji vîr û şûn de, her şev saet 21.00’an heya 10 deqeyan welatî dê derkevin balkonên xwe û çalakiya şermezarkirina qeyûm li dar xistin.   Di vê çarçoveyê de îşev saet 21.00’an li cihên cuda yên bajêr çalakiyên şermezarkirina qeyûm hatin lidarxistin. Gelê Êlihê yê bi çalakiyên xwe bersiv da banga hevşaredaran, bi derxistina deng qeyûm şermezar kirin. Welatiyan, li hin cihên bajar derketin balkonên xwe û bê navber li fitîkan, li beroş û taweyan xistin û deng derxistin.