Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin 2020-04-02 21:27:54   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê, jina 23 salî Hacer Metîn bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.   Li Taxa Hatûniye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jinan 23 salî Hacer Metîn li mala xwe bi awayekê bi guman mirî hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer cenazeyê Metîn birin Nexweşxaneya Lêkolîn a Herêmê ya Wanê û piştî otopsiyê li goristana taxê hat definkirin.   Hat diyar kirin ku ji ber bûyerê hevjînê Metîn hat binçavkirin û piştî îfadeya wî hat girtin, hat berdan.   Hat diyar kirin ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re li Tirkiyeyê piştî bangên “Li malê bimînin” ên ji 11’ê Adarê ve tên kirin û heya niha 18 jin hatin kuştin.