Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356 2020-04-02 20:09:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Koca, aşkere kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsa coronayê ketine bûye 18 hezar û 135 û hejmara kesên ji ber coronayê mirine jî bûye 356.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê de parve kirin.    Koca got: "Hejmara testên me li gor duh 4 hezar zêdetir bûn. Hejmara testa zêde bû û hejmara kesên testên wan pozîtîf dertên jî kêm bûn. 82 nexweşên me yên din jî baş bûn. Di 24 saetên dawî de ji kesên jiyana xwe ji dest dan ji sedî 82 jê di ser 60 salî re ne."    Piştî van daneyên nû yên Koca parve kirin hejmara testên heya niha hatine kirin bûye 125 hezar û 558, hejmara kesên testên wan pozîtîf derketine bûye 18 hezar û 135 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 79 zêde bûye û bûye 356.