ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne 2020-04-02 16:55:53   STENBOL - Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) duyemîn rapora vîrûsa corona (Covît-19) ya Stenbolê aşkere kir. Li gorî daneyên ÎTO, hêjmara nexweşên ji şewba Covid-19 têne dermankirin zêdeyî 1000 kesan e. Hêjmara nexweşên di unîteya beşa venêrtina zêde de zêdeyî 100 kes in. Hêjmara hekîmên bi şewbê ketine jî zêdeyî 100 kesan in. Bi tevahî zêdeyî 200 xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê ketine. ÎTO, diyar kir ku dê encama xebatên der barê Navenda Tenduristiya Malbatê û Midûriyetên Tenduristiyên Navçeyan dirojên din de parve bikin.    ÎTO di raporê de anî ziman ku daneyên wezaretê kêm in û wiha got: "Em bi van xebatan dixwazin civak bibe xwedi agahî û van agahiyan di raporê de kom dikin. Xebatên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve têne kirin kêm in. Tenê encama testên PCR esas digire. Nexweşên ku li nexweşxaneyan têne dermankirin û li ser piyan derman dibin di raporên wan de cih nagirin. Agahiyan kêm belav dikin.    AGAHÎ Û ÇAVDÊRIYÊN DER BARÊ NEXWEŞXAEYÊN LI STENBOLÊ DE   “* Heta 02'ê Nîsana 2020'an li Nexweşxaneyên taybet ên Stenbolê hêjmara nexweşên bi şewbê û bi gumana şewba Covid-19'an, têne dermankirin zêdeyî hezar kesan in.  Dîsa kesên li utîteyên venêrtina zêde ya nexweşxaneyên taybet zêdeyî sed kezan in. Rewşa vana giran e.    * Heta niha hêjmara hekîmên ku li nexweşxaneyên taybet vîrûs gihiştiye wan zêdeyî sed kesî ne, Hêjmara xizmetkarên tenduristiyê zêdeyî 200 kesan in.    * Li Stenbolê di pêvajoya  şewba Covid-19 a pandemî de hêjmara nexweşxaneyên taybet ên bi rêk û pêk hatine amadekirin kêm in. Nexweşxaneyên taybet ji bo nexweşiya pandemî ne amade ne.    * Wekî li nexweşxaneyên cemaweriyê, li nexweşxaeyên taybet jî maske, berdilk, lepik, berçavk û hwl kêm in. Nexweşxaneyên taybet hêj ne amade ye û organizasyon lawaz e.    * Li Nexweşxaneyên taybet ên li Stenbolê ku wekî nexweşxaneyên pandemî hatine îlankirin, ji bo nexweşên COVİD-19 li qatên cuda serwîs veqetandine. Testên têkildarî Covid-19 ji nexweşxaneyên ku Wezaretê diyar kirine re têne şandin. Lê encamên testan dereng têne bersivandin.    * Li nexweşxaneyên taybet tenê ji nexweşên ku testê wan dişînin nexweşxaneyên ku wezaretê diyar kirine pere nastînin. Ji xeynî wê ji hemû nexweşan wekî beriya şewbê pereyan ji wan distînin.