Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir 2020-04-02 16:54:21   ŞIRNEX – Xebata ku parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr û heyeta pê re ji bo hişyariya welatiyên li derve dikirin, bi hinceta ‘ferman ji jorê ye’ ji aliyê polisan ve hat astengkirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Rêxistina Navçeyê ya HDP’ê û endamên Meclisa Cîwanan Rêxistina Navçeyê ji bo hişyariya welatiyên li derve xwestin xebatek bimeşînin û welatiyên têkildarî vîrûsa koronayê agahdar bikin. Îmîr û heyeta pê re ji avahiya partiyê heta çar rêyê meşiyan û li vir polisan pêşiya wan birî. Li gel astengiyan jî HDP’iyan welatiyên li derve hişyar kirin û piştre derbasî avahiya partiya xwe bûn.   ‘FERMAN JI JORÊ YE’   Parlamenter Îmîr axaftinek kir û têkildarî bergiriyên vîrûsa koronayê ev tişt gotin: “Me xwest em gelê xwe agahdar bikin. Lê em ji hêla polisan ve hatin astengkirin. Em vê nêzbûnê şermezar dikin. Miduriyeta Polisan a Cizîrê berbirsyarê derbasbûna vîrûsê ya welatiyan e. Bi rojan mirov li pêşiya PTT’ê li dû hev rêz dibin. Divê ku mirov ji bo vîrûsê hê baldartir bin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo parastina xwe û gelê xwe dernekevin derve û li malên xwe bimînin.” Îmîr, têkildarî astengiya polisan jî destnîşan kir ku polisan jê wan re gotiye, ‘Ferman ji jorê hat. Xebatên pêwîst qaymeqam dike. Ne hewceyê we ye.”