Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin 2020-04-02 16:28:56   AMED - Gundeki navçeya Farqînê piştî ku testa keyayê gund  pozîtîf derket kirin bin karantînayê.   Gundeki Navçeya Farqînê ya Amedê, ji ber vîrûsa koronayê kirin bin qarantînayê. Îro danê sibehê piştî ku testa keyayê gund  û hevjîna wî pozîtîf derket, leşkeran gund ji têketin û derketinê re qedexe kirin. Keyayê gund ku me xwe bi rêya telefonê gihandê, diyar kir ku niha li Nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcleyê bi hevjîna xwe re di bin qarantînayê de ye û têkildarî rewşa gundê xwe jî ev agahî dan: “Piştî ku testa min û hevjîna min pozîtîf derket, esker derbasî gundê me bûn û gund kirin bin qarantînayê. Leşkleran têketin û derketina gund qedexe kirine. Heyetek tenduristiyê derbasî gund bûye, malbata min û gundiyan di kontrolê re derbas dikin. Min bi hin leşkeran jî beriya çend rojan hevdîtin kiribûn niha wan leşkeran jî rakirine nexweşxaneyê kontrolê wan jî dikin.”