Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da 2020-04-02 16:01:36   STENBOL - Pispora Patolojî ya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa Prof. Dr. Feriha Oz a 87 salî, ji ber şewba Covid-19 li Fakulteya Tipê ya Edîrneyê jiyana xwe ji dest da.    Li Tirkiyeyê piştî şewba vîrûsê belav bû, yê herî zêde dikevin bin bandorê xizmetkarên tenduristiyê ne. Piştî Prof. Dr. Cemîl Taşçioglu ji yana xwe ji dest da, niha jî Pispora Patolojî ya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa Prof. Dr. Feriha Oz a 87 salî, ji ber şewba Covid-19 li Fakulteya Tipê ya Edîrneyê jiyana xwe ji dest da. Ferîha Oz, di sala 1933’an de li Stenbolê ji dayik bûbû û Lîseya Jinan a Çamlica xwendibû. Di sala 1957’an de li Zanîngeha Stenbolê beşa Tipê xelas kir. Di sala 1968’an de bû Doçent, di sala 1976’an de bû Profesor.