‘Em naxwazin windahiyên din bidin' 2020-04-02 15:25:42   MANÎSA - Odeya Tabîban a Manîsayê piştî Prof. Dr. Cemil Taşçioglu ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da, daxuyanî dan û diyar kirin ku ew êdî naxwazin kesên din winda bikin. Odeyê xwest bi lez tedbîr bêne girtin.    Prof. Dr. Cemîl Taşioglû (67) yê li Nexweşxaneya Çapa ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê bi nexweşîna vîrûsa coronayê ket duh jiyana xwe ji dest dabû cenazeye wî îro hat veşartin. Di çarçoveya tevdîrên vîrûsê de maske hatin belavkirin û bi mesafeya sosyal cenaze hat veşartin. Odeya Tabîban a Manîsayê piştî Prof. Dr. Cemil Taşçioglu ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da, li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew êdî naxwazin kesên din winda bikin. Odeyê xwest bi lez tedbîr bêne girtin. Odeyê ji malbata Taşcioglu û hemû xizmetkarên tenduristiyê re sersaxî xwest û ji 601 xizmetkarên tenduristiyê yên bi şewbê ketine jî şifa xwest. Odeyê xwest 7 daxwazên bi lez ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê yên li dijî vîrûsê têxin meriyetê.