Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin' 2017-12-20 09:26:18 AMED -  Hat îdiakirin ku li ser giliya hin şîrketên taybet ên li bajêr ku li BÎMER'ê kirine, mufetîş hatine Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê û li herdu şaredariyan dest bi lêkolînan kirine.  Hat îdiakirin ku îhaleyên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê ve ku qeyûm tayînî wan hatiye kirin hatine destpêkirin ji aliyê mufetîşên ji Enqereyê hatine, hatine lêkolînkirin. Hat derpêşkirin ku hin şîrketên taybet ên li bajêr bi hinceta di îhaleyan de bêrêtî hene li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) giliyê herdu şaredariyên navborî kirine û li ser vê da lêkolînan bikin mufetîşên Dîwana Muhasebatê yên girêdayî Meclîsê û Mufetîşên Desteya Mulkiyeyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî şandine herdu şaredariyan.    Hat diyarkirin di îhaleyên kirîn û firotina xizmetê de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve pêk hatin şertnameya teknîkî ya şaredariyê amade kiriye ji bo hin şîrketan tenê hatiye amadekirin û ev yek rê li ber reqabeteke neheq vekiriye. Li gel vê hat îdiakirin ku krediyên giran ên ji bo hin projeyan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Peyasê ve Îller Bankasiyê hatine kişandin jî ji aliyê mufetîşan ve hatine lêkolînkirin. Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêkolînan de îhaleyên ku ji aliyê şaredariyên DBP'î ve hatine kirin û yên niha berawirdî hevdu hatine kirin. Hat ragihandin ku wê mufetîş lêkolînên xwe bikin rapor.    Her wiha hat derpêşkirin ku mufetîşên hatin bajêr Îdareya Av û Qenelazîsyonan a Amedê (DÎSKÎ) jî lêkolîn kirin. Tevî vê dîsa hat îdiakirin ku hin xebatkarên ku li DÎSKÎ'yê xebatên Memûr-Sen'ê bi rê ve dibirin jî ji kar hatine derxistin.    9 QEYÛM JI PEYWIRÊ HATIBÛN AVÊTIN    Berê li ser giliyên ku "gendelî kirine, fesadî xistine nav îhaleyan û hwd" mufetîşên girêdayî Wezareta Karên Hundurîn dawî li peywira "qeyûmtiyê" ya 9 qeymeqamên wek qeyûm hatibûn tayînkirin kirin anîbûn. Navê qeyûmên ji peywirê hatibûn avêtin ev in: "Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Ahmet Adanur, Qeyûmê Şaredariya Peyasê Mustafa Kiliç, Qeyûmê Şaredariya Navçeya Navendî Yenîşehîr a Amedê Mehmet Ozel, Qeyûmê Navçeya Milazgirê ya Mûşê Soner Kirli, Qeyûmê Şaredariya Navçeya Bêgirê ya Wanê Fatih Çelikel, Qeyûmê Şaredariya Miksa Wanê Serhat Karabektaş, Qeyûmê Şaredariya Çela Colemêrgê Mehmet Mut, Qeyûmê Şaredariya Şemzînana Clemêrgê Muhammet Fuat Turkman û Qeyûmê Şaredariya Qereqoçana Xarpêtê Cemil Sarıoglu."    MA / Lezgîn Akdeniz