'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên' 2017-12-20 09:25:41 ENQERE - Emrah Bakir ku ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê derket, got ku lêgerîna tazî li malbatên ku ji bo hevdîtinê tên girtîgehê tê ferzkirin û her wiha malbatên li dijî van pêkanînan dertên jî bi şideta fizîkî re rû bi rû dimînin.  Emrah Bakir ku di meha Sibatê de di dema bûyerên li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê de hat girtin û çend roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Bafrayê derket, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê xwe didin der vegotin.    Bakir ê xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê (ku bi KHK'ê hat girtin) û xwendekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê ye anî ziman ku malbatên ji bo hevdîtinê tên girtîgehê bi şideta fizîkî re rû bi rû dimînin. Bakir got ku dema girtî ji bo hevdîtinê diçin pêlavên wan derdixin, lê girtiyên ku li hemberî vê yekê dertên jî tên derbkirin. Bakir wiha got: "Di bûyera herî dawî de qirika min birîndar bû. Gardiyanên bi kincên robokopî hatin û em derb kirin."    LÊGERÎNA TAZÎ LI MALBATAN TÊ FERZKIRIN    Bakir anî ziman ku li malbatên ku ji bo hevdîtinê tên girtîgehê jî lêgerîna tazî tê ferzkirin û ev tişt gotin: "Dema malbatên me ji bo hevdîtinê tên lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin, kesên qebûl nakin jî gefa 'hûn ê nikaribin hevdîtinê çê bikin' li wan tê xwarin. Malbatên li hemberî vê sepandinê tev digerin bi şideta fizîkî re rû bi rû dimînin."    'PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ ZEXT ZÊDE BÛN'    Bakir, diyar kir ku ji bo ew balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê ya bidem, lê belê piştî greva birçîbûnê zext û zorî zêdetir bûne. Bakir got ku nîvê şevê davêtin ser qawîşên wan û pirtûkên wan desteser kirine û atolyeyên wan ên çandê xesp kirine. Bakir diyar kir ku girtiyên dixwazin biçin revîrê, ancax piştî çend hefteyan şûnde wan dibin û her wiha di dema hevdîtina bi parêzeran re jî derî vekirî tê hiştin.