Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man 2017-12-20 09:22:25 ENQERE- Nameya ku girtiyê bi navê Umit Akgumuş ji Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê şand, ji aliyê komîsyona xwendinê ya girtîgehê ve bi meqesê hat sansurkirin. Bi vê rêbaza ku cara ewil tê bikaranîn de ji nameyê tenê sê hevok man.  Nameya ku girtiyê bi navê Umit Gumuş ji Girtîgeha Tîpa F a Jimare 2 a Tekirgadê ji rojnameger-nivîskar Huseyin Aykol re şand, ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi rêbazeke ecêb hat sansurkirin. Nameya ku Gumuş xwest bigihîne nivîskarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Huseyin Aykol, ji aliyê komîsyona xwendinê ve bi meqesê hat jêkirin. Komîsyonê tenê beşa silavdayînê ya nameyê hişt û bi vî awayî xistiye zerfê û daye posteyê.    Nameya ku gihaştiye Aykol bi vî awayî ye "Hêvîdar im hûn baş in û silavên xwe dişînim. Beriya her tiştî bila siheta we, rewşa we baş be. Di xebatên we de serkeftin."    Rojnameger-nivîskar Aykol wiha got: "Cara ewil e ku ez bi rêbazeke wisa ya sansurê re rû bi rû dimînim." Aykol ev tişt gotin: "Name ji aliyê komîsyonên girtîgehan an jî komîsyona ku jê re tê gotin a perwerdehiyê ye tên xwendin. Paşê heke di nameyê de tiştên neguncav hebin paş ve tê şandin. Ji bo van îfadeyên neguncav der barê şandevan de lêpirsîn tê destpêkirin. An jî ser çend hevokên di nameyê de tên reşkirin. Lê belê di nameya ku îro hatiye de, ji bilî beşa silavdayînî tu tişt guncav nehatiye dîtin, bi meqesê ji sedî 90'ê nameyê hatiye betalkirin. Tenê sê çar rêzik hatine şandin û ev rewş heta niha nehatiye dîtin."    PÊVAJOYA HUQÛQÊ JÊ KIRINE    Aykol, diyar kir ku heke li gor komîsyonê di nameyê de "îfadeyên neguncav" hebin pêvajoyeke huqûqî tê destpêkirin û wiha axivî: "Yanî dema name bê şandin divê çawa be wisa bişîne. Dema neşîne jî divê lêpirsînê bide destpêkirin. Ev lêpirsîn ji sedî sed bi cezayê dîsîplînê nayê encamkirin. Heke bi encam bibe jî mirov dikare îtiraz bike. Yanî pêvajoya huqûqê dest pê dike. Yanî ji bo bi pêvajoyeke huqûqî re rû bi rû nemînin, bi îhtimaleke mezin tiştekî wisa kirine."    MA / Selman Guzelyuz