Koma Şopandina COVID-19 ya TTB'ê pirsên zêde tên pirsîn bersivandin 2020-04-01 15:12:28 ENQERE - Koma Şopandinê ya COVID-19 ya TTB'ê, têkildarî tedbîrên li dijî şewbê bêne girtin û bersiva pirsên zêde tene pirsîn wekî nîşeya agahiyê parve kirin. TTB'ê di nîşeyê de wiha got: “Astengkirina şewbê ya herî bi bandor av û sabûn e. Divê her carê 20 sn dest bê şuştin."  Koma Şopandinê ya COVID-19 ya Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), têkildarî parastina li dijî şewbê Covît-19 ya giredayî SARS CoV-2, û bersiva pirsên zêde tene pirsîn wekî nîşeya agahiyê parve kirin. TTB'ê di nîşeyê de bal kişand ser belavbûna şewbê û parastinê û di nîşeyê de ev agahi parve kirin: “Astengkirina şewbê ya herî bi bandor av û sabûn e. Divê her carê 20 sn dest bê şuştin."    Komê da zanîn ku herî zêde pirsên Vîrûs çawa belav dibe û çawa tê parastin hatiye pirsîn û wiha bersîv da: "Enfeksiyonê qanala bêhnê bi sê şiklan belav dibin. Yek jê wekî dilopên biçûk. Sîsika dilopê û bi rêya temasê belav dibe. Bi reya dilopên biçûk çawa belav dibe. Dilopên piçuk ên li derdorê belav dibin, bi qasi 5 mikronan mezin e. Ji ber mezin in zêdeyi metreyekê dûr naçin û dikevin xwar. Di kuxik û bênijandinê de heta 2-3 metreyan dûr diçin. Mînaka nexweşen bi dilopên biçûk belav dibe înfluenzadır (grip) e. Ya herî baş mirov 1-2 metre navberê têxe nava xwe û nexweş. Dîsa kesê nexweş divê maskeya cerahî girê bide. Xizmetkarên tenduristiyê yê tansiyon û muayine dike divê tewez maske girê bide.    Dîsa bi rêya sîsika dilopê tên belavkirin. Ji ber sîsika dilopê pir biçûk e (Kêmî 5 mikronan e, dikare zêde li hewa bimine. Heta hewa neyê guhertin cih nayê guhertin. Bi rêya hewa û bêhnê derbas dibin.  Ev sîsik jî bi rêya hewa û nefesê diçe kezebê. Mînaka herî tê zanîn jî tuberkuloz e. Ji bo kes xwe ji vê nexweşiyê bipareze, hemû kesên diçin odeya nexweş divê maskeya N95, FFP2 an jî FFP3 girê bidin. Di van rewşan de maskeya cerah têr nake."    Koma TTB'ê ji bo pirsa bi rêya temasê çawa belav dibe jî bersîv da û wiha got: "Bi rêya temasê herî zêde dilop belav dibin. Piştî dest li van dilopan dikevin û mirov destê xwe di dev, difin û çavê xwe dide, Bi vi şiklî derbasî hundirê laşe mirov dibin. Parastina ji vê yekê paqijî û şuştina dest û rû ye.    Koma şopandina COVID-19 ji bo tedbîr û parastinê ev pêşniyar kirin:    “* Dema kes derbasî odeya kesê bi şewba Kovid-19 ketiye divê teqez maskeya cerah girê bide. Lepik û berdilke li xwebike.  * Dema mînakê ji nexweş digirin divê teqez maskeya N95/FFP2 girê bidin.  * Dema derbasî servîsa odeya nexweş bibin, pêdivî bi maskeya N95/FFP2 tune ye. Tenê maskeya cerrahî têr dike.  * Ji bo temasêkê bikin dema cilên parastinê li xwe dikin divê baldar bin.  * Dema cilê parastinê li xwe dikin, divê ewil dest bê şuştin, berdil bê li xwe kirin, maske bê girêdan û rû bê parastin. Piştre lepik têxin destê xwe.  * Dema derşistine ji divê Lepik bê derxistin, Dest bê hîjenkirin, berçavk bêderxistin.  * Virûsa Kovid-19, bi rêya temasa destan belav dibe. Ji ber vê yekê divê bi av û sabûnê her carê baş nêzî 20 saniyeyan bê şuştin.  * Dema şuştina dest ne pêkan be dikarin bi alkol û kolanya dezenfekte bikin.  * Divê li cihê ne hewce maske girênedin. Tenê li nava nexweşan maske bê girêdan.  * Kesên diçin derve jivê ji xeynî market , lepik texin destê xwe. Wekî din xistina lepik zêde ne baş e."