Nûçe û çavkaniya nûçeyê ji Rojnameger Kanbal pirsîn 2020-04-01 14:45:08 MERDÎN - Ji nûçegîhanê me Ahmet Kanbal ku angaşta zarokên ku bi vîrûsa koronayê ketine û yên neketine li cem hev didine sekinandin kiribû nûçe, nûçe û çavkaniya nûçeya wî hat pirsîn.   Ji ber ku angaşta li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê zarokên ku bi vîrûsa koronayê ketine û yên neketine li cem hev didine sekinandin kiribû nûçe, doz li nûçgehînê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal hatibû vekirin. Hat hînbûn ku lêpirsîna ku bi angaşta “Gel sewqî kîn û dijminahiyê dike” hatiye vekirin, li ser gilîkirina Miduriyeta Tenduristiyê ya Mêrdînê hatiye destpêkirin.   Kanbal, di çarçoveya lêpirsînê de çû Midurieyeta Polisan a Mêrdînê û îfade da. Di îfade dayînê de nûçe û çavkaniya nûçeyê ji Kanbal hat pirsîn. Kanbal, angaşten derbarê xwe de red kir.