Mehek şûnde germa laşê ajokarên TIR'an pîvan 2020-04-01 14:22:30   ŞIRNEX - Bi sedan ajokarên TIR'an ên li ser sinorê Xabûrê têne rawastin, bi talûkeya vîrûsê re rû bi rûne. Ajokarên TIR'an ên bi şev û roj li derve dimînin, pişt mehek şûnde germa laşê wan hat pîvan.    Li ser sînorê Xabûrê yê Navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi sedan ajokarên TIR'an ketine dorê û li ser sînor asê mane. Ji ber deriyê Xabûr ê navbera Tirkiye û Herêma Federe a Kurdistanê bi sedama şewba vîrûsê hatiye girtin, ajokarê TIR'an nikarin derbas bibin û li benda dorê ne. Bi sedan ajokarên TIR'an ên bi şev û rojên xwe liser rê derbas dikin, piştî mehek şûnde germa bedena wan hat pîvan. Piştî Nexweşxaneya Sahra ya seyar li tenişta Qereqola Cendirmeyan a Katranê ku 10 kîlometre dûrî Cizîrê ye hat avakirin, bijîşkên nexweşxaneyê ji duh ve dest bi pîvana germa laşê ajokarên TIR'an kirin.    Ajokarên ku li gelek bajaran digerin balkêş e mehek şûnde germa laşê wan hat pîvan.    Hat diyar kirin ku ajokarên germa laşê wan zêde xistin bin kontrolê.