Elîf Kisa ya dayika du astengdaran hat berdan 2020-04-01 14:21:03 MEREŞ – Elîf Kisa ya dayika du astengdaran a beriya 4 mehan hatibû girtin di danişîna ewil de hat berdan.   Li navçeya Elbîstana Mereşê di 3’ê kanûna 2019an de Elîf Kisa ya dayika du astengdarên mezin hatibû girtin. Bekîr Kara jî li gel Kisa hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Kisa û Kara îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mereşê hat lidarxistin. Kisa û Kara ji ber vîrûsa koronayê neanîn dadgehê. Dadgehê li ser dosyeya Kisa û Kara lêkolînê pêk anî û di encamê de biryara berdanê da.    Kurê Elîf Kisa, Ahmet Kisa yê wênesaz li ser hesabê xwe yê Twîtterê berdana dayika xwe ragihand û got: “Canên hêja mizgîn, duayen we qebûl bûn. Dayika min a melek hat berdan.”