Di meha Adarê de 29 jin hatin kuştin 2020-04-01 14:18:53   STENBOL - Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha Adarê aşkere kir û da zanîn 29 jin hatin qetilkirin. Platformê, diyar kir ku piraniya kuştinên jinan di dema banga "Di malê de bimîne" ya ji ber vîrûsê hat kirin de, pêk hatin.    Di meha Adarê de jî cînayetên jinan û tundiya li dijî jinê kêm nebûn. Platforma Emê Cînayetên Jinan Rewestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Adarê ya tundî û kuştinên jinan aşkere kir. Li gorî rapora Platformê 29 jin di meha Adarê de ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Di rapora hat amadekirin de, hat diyar kirin ku kuştina 9 jinan weke "mirina bi guman" derbasî girtekan hatine kirin. Platformê di rapora xwe ya meha Sibatê de dest nîşan kiribû ku 22 jin hatin kuştin.    Li gorî agahiyên di raporê de cih girtin, 21 jin di pêvajoya 20 rojan a piştî banga "Di malê de bimîne" ya di navbera 11'ê Adarê û 31'ê Adarê de, ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) hat kirin de, hatin qetilkirin û wiha hat gotin: "Di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jinê jî zêdetir bû. Di meha Adarê de 29 jin hatin kuştin û 9 jin jî bi awayekê bi guman mirî hatin dîtin. Ji ber çi 23 jin hatin kuştin nehat tespîtkirin. 2 jin bi hinceta aboriyê, 4 jin bi hinceta li ser medya civakî hesab vekirine û yên din jî ji ber xwestin hevjînê xwe berdin hatin kuştin."    Di raporê de, hat diyar krin ku heya sedemên kuştinên jinan neyin tespîtkirin, darizandinek adîlane pêk neyin, li bersûc û qatilan cezayên giran neyin birîn û bergirî neyin girtin wê tundiya li dijî jinê bi dawî nebe û her diçe zêdetir bibe.    Di raporê de hat dest nîşankirin ku piraniya jinan di malan de hatin kuştin û wiha hat gotin: "18 jin li malên xwe, 4 jin li kargehên xwe, 2 jin di wesayîtê de, jinek di arazî de û 2 jin jî li nava kolanê hatin kuştin. 2 jinên din li ku derê hatin kuştin diyar nebû û nehat tespîtkirin."