Hevşaredar Esmez ku tedawiya pençeşêrê dibîne tehliye nebû 2020-04-01 14:09:25   MÊRDÎN – Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ya girtî ku tedawiya Penceşêra Kolonê dibîne, di daneşîna xwe ya yekemîn de nehat berdan.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ya HDP’î ku 19’ê mijdara 2019’an de hatibû binçavkirin û girtin, yekemîn daneşîna wê hat dîtin. Esmez, ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê bi rêya SEGBÎS’ê tev lî daneşîna xwe ku li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Girana a Mêrdînê hat dîtin bû.   Di daneşînê de destpêkê parêzera Esmez Dildar Ektîren parastin kir. Ektîren, diyar kir ku dozname ji bo girtinê ne terker û daxwaza berdana muwekîla xwe kir.   NEHAT BERDAN   Hevşaredar Esmez jî, destnîşan kir ku tedawiya Penceşêra Kolonê dibîne û şertên girtîgehê ji bo wê gelek zehmet tên û wiha got: “Bi vîrûsê re ev şert he zehmetir bûne û mayîna min a li kogûşê pir zor e. Ez sûcdariyên derbarê xwe de red dikim. Berdan û beraata xwe dixwazim.”   Dadgehê bi angaşta “Bi gumana bi hêz a sûc” biryara berdewamkirina girtina Esmez da û daneşînê taloqî 17’ê Hezîranê kir.