Îmîr: Gef li girtiyên nexweş ên jin hatiye xwarin 2020-04-01 13:33:42   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku girtî Şadiye Yanik û Halîme Cîn bi boneya çûyîna nexweşxaneyê ya bi kelemçe red kirine bi gefa “Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxaneyê” rû bi rû mane.   Parlamentera HDP’ê ya Şirenxê Nûran Îmîr binpêkirina mafan a girtî Şadiye Yanik û Halîme Cîn li Girtîgeha Şirnexê pê re rû bi rû mane bir rojeva Meclîsê. Îmîr da zanîn ku nexweşînên wek şeker û mîde yên Şadiye Yanik hene û nexweşîn goştê diran bi Halîme Cîn re heye û ji ber çûyîna nexweşxaneyê bi kelemçekirî qebûl nekirine bi gefan re rû bi rû mane. Îmîr diyar kir ku Yanik û Cîn ên sepana kelemçekirinê qebûl nekirine bi gefa “Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxaneyê” rû bi rû mane.   Îmîr vê mijarê bi pêşniyazpirsek pêşkêşî Meclîsê kir û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê nêzî 20 girtiyên nexweş hene.    Îmîr her wiha di pêşniyazpirsê de bal kişand ser metirsiyên vîrûsa koronayê û got li Amerîka, Îran û gelek welatên din girtî ji ber vîrûsê hatine berdan û xwest li Tirkiyê jî girtî werin berdan.    Îmîr têkildarî binpêkirina mafên Yanik û Cîn û vîrûsa koronayê ya metirsiyek mezin li ser girtîgehan çê dike ji Wezîrê Dadê pirs kirin û xwest bibersivîne.