Li gorî Diyanetê berhevkirina zekatê bi reya ÎBAN’ê helal e 2020-04-01 13:12:08   ENQERE - Diyanet tevlî kampanya ku Serokkomarê AKP’î Erdogan dabû destpêkirin bû û dayîna zekatê nimreyên ÎBAN’an da.   Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan,beriya du rojan li dijî vîrûsa koronayê bi navê “Em têra xwe dikin Tirkiya min” kampanya bexşandinê dabû destpêkirin. Diyanetê, têkildarî kampanyayê daxuyaniyek da. Diyanetê, angaşt kir ku bi rêya kampanya ku hatiye destpêkirin dayîna zekatê helal e û ji bo vê yekê nimreyên ÎBAN’ê dan.