ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-20 09:00:10 *Serbazê Mertalê Firatê yê bi navê Mihemed Casim El Hesen ji nav komên Mertalê Firatê veqetiya û xwe radestî QSD'ê kir. El Hesen der barê têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re, rewşa komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de agahiyên girîng dan. El Hesen, diyar kir ku Tirkiye gelek malbat û eşîrên Dêra Zorê bi hinceta dê Tirkiye jî tev li operasyona Reqqa û Dêra Zorê bibe, ew anîne Cerablûsê û Tirkiyeyê û di dema dagirkirina Cerablûsê de nêzî 250 endamên DAIŞ'ê yên wekî sekvan tên dîtin, di bin kontrola MÎT'ê de derbasî Tirkiyeyê bûne û ji vir jî derbasî Ewropayê bûne.  * TTB'ê ji bo girtî bi kelepçekirî neyên muayenekirin, kampanya da destpêkirin. Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Selma Gungor, da zanîn ku ew ê nebin hevparê muameleya ku rûmeta mirovan dişkîne, dê peywira hekîman bi bîra wan bînin.   *Xwendekarên zanîngehê, bi armanca ku bibin dengê Hawara Celadet Bedrixan, bi kurdî-tirkî bi navê "Hawarê" fanzînekê derdixînin.    *Parêzera malbata Kemal Kurkut îtirazî biryara dadgehê kir. Di îtiraza ku bi riya parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir hat kirin de hat diyarkirin ku ji bo girtina polîsê bi navê Y.Ş. yê ku Kemal Kurkut kuşt têra xwe delîl hene lê belê dîsa jî nehatiye girtin. Di îtirazê de hat gotin ku ev rewş li dijî huqûqê ye û ji bo vê daxwaznameyeke 9 madeyî ya îtirazê berpêşî dadgehê hatiye kirin.   *Nameya ku girtiyê bi navê Umit Akgumuş ji Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê şand, ji aliyê komîsyona xwendinê ya girtîgehê ve bi meqesê hat sansurkirin. Bi vê rêbaza ku cara ewil tê bikaranîn de ji nameyê tenê sê hevok man.    *Girtiyê nexweş Ridvan Taniş ku nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye, di nameya ku şand de diyar kir ku bi awayekî kelemçekirî diranê wî hatiye emeliyatkirin û di dema emeliyatê de qevda destê wî şikiyaye.    * Emrah Bakir ku ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê derket, got ku lêgerîna tazî li malbatên ku ji bo hevdîtinê tên girtîgehê tê ferzkirin û her wiha malbatên li dijî van pêkanînan dertên jî bi şideta fizîkî re rû bi rû dimînin.    *Hat îdiakirin ku li ser giliya hin şîrketên taybet ên li bajêr ku li BÎMER'ê kirine, mufetîş hatine Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê û li herdu şaredariyan dest bi lêkolînan kirine.    *Dema mirov dibêje Dengbêj Reso yek ji remza kevneşopiya dengbêjiyê tê bîra mirov. Reso mamosteyê Dengbêj Şakiro hem di raperîna Agiriyê de cih girtiye hem jî ji ber sewta wî xweş e navê wî wek "Bilbilan" tê binavkirin. Navê dengbêj Reso di nav dîroka çanda kurdî de cihê xwe girtiye.    *Ferhat Bîlgî 20 sal in li Wanê terzîtiyê dike û li gel hemû zor û zehmetiyan jî şal û şapik, şûtik û bergûzên ku di çanda kurdî de cihekî wan ê girîng heye çê dike.    *Nefîse Alkan a li Erdîşê, di serdema şaredariya DBP’î de ajokarê otobusê bû, piştî qeyûm ew ji kar avêt, dest ji karê xwe yê pir jê hez dikir berneda, ji xwe re mînîbusek kirî û ajokariya xwe domand.    *Karkeran da zanîn ku pêşnûmeya der barê karkerên taşeronî ya berpêşî Meclîtê tê kirin wan nahebîne ev tişt gotin: "Tê gotin ku dê lêpirsîna ezmûn û ewlehiyê pêk bînin. AKP bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê, kadroyên xwe bi pêş dixe û fikarên me yên di vê der barê de zêde ne."   *Şahidê komkujiya Mereşê Unal Ateş, der barê komkujiyê de diyar kir ku çend meh berê bi awayekî profesyonelî komkujî hatiye plankirin û wiha got: "Beriya komkujiyê gelek seyarfiroş û firoşgerên mili piyango hatin bajêr û herêmê."    * Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, bi îdîaya "Endamtiya rexistine" û propagandaya rêwistinê" dê 10'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Amedê bê darizandin. (10.00)   * Danişîna doza Şule Îdil Dere ya li Kadikoyê hat kuştin dê li 57'emin Dadgeha Cezayên Giran a Asliye Ceza ya Anadolu bê dîtin. (10.00)   * Danişina doza Rojnameyên Cumhuriyet û Aydinlik yên TIR'ên MÎT'ê dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * 1'emîn danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê dê di roja 8'emîn de li Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê berdewam bike. (10.00)   * Platforma Jinan a Mêrsînê dê der barê Qeyûmê de li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30)   * Jinên KESK'î yên Mêrsînê dê têkildarî butçeya 2018'an a li Meclîsê tê niqaşkirin li Şaxa SES'êya Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê, dê rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehan ên berî OHAL û piştî OHAL'ê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi raya giştî re parve bike. (13.00)    * Înîsiyatifa Malbatên Surucê dê bi silogana "Ji bo Suruçê edalet, ji bo her kesî edalet" dê ji bo bîranîna 33 ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)