Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin 2017-12-19 21:09:38   NAVENDA NÛÇEYAN-Weşana Televziyona NRT'ê ya ku li Herêma Kurdistana Federe weşana xwe dike hat rawestandin. Her wiha xebatkarên televîzyona ku ji aliyê hikûmeta herêmê ve hat rawestandin jî hatin binçavkirin.    Li Herêma Kurdistana Federe du roj in çalakiyên protestokirinê yên li hemberî polîtîkayên hikûmeta herêmê didomin. Li gel vê îro weşana Televziyona NRT'ê ya navenda wê li bajarê Silêmaniyeyê jî hat rawestandin û her wiha xebatkarên televîzyonê jî hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku bi hinceta xwepêşandanên li Herêma Kurdistana Federe gur dike weşana televîzyonê hatiye rawestandin.    Hat ragihandin ku hêzên asayîşê avêtine ser avahiya NRT TV'yê. Rêveberê NRT'ê Kawa Ehmed di hesabê xwe yê Facebookê de wiha got: "Hêzên Asayîşê avêtin ser qenala NRT'ê. Weşana qenalê hatiye rawestandin û hemû xebatkarên wê hatin binçavkirin."