Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin 2017-12-19 19:50:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistana Federe çalakiyên gel ên li hemberî polîtîkayên hikûmetê berbelav dibin. Hat diyarkirin ku di çalakiyên şermezarkirinê yên li Ranyayê de Hêzên Asayîşê bi awayekî tund mudaxileyî gel kiriye û di vê mudaxileyê de 5 kesî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hat ragihandin ku li navçeya Koyê hatiye kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.    Îro du roj e li Herêma Kurdistana Federe xwepêşandanên şermezarkirinê tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de îro li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê Hêzên Asayîşê bi awayekî tund mudaxileyî gel kir û di vê mudaxileyê de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.    Çalakiyên li navçeya Ranyayê ji serê sibehê ve didomin û her wiha li gel vê çalakvanan agir berda avahiya komîteya navendî ya YNK'ê ya li navçeyê û paşê xwpêşandêr ber bi buroya PDK'ê ya li navçeyê meşiyan.    Li Ranyayê çalakiyên çalakvanan didomin.   LI KOYÊ JÎ KESEK HAT KUŞTIN   Li gor nûçeya RojNews'ê danê sibehê li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî gel daketiye kuçe û kolanan û di mudaxileya hêzên asayîşê yên li hemberî gel de kesek hatiye kuştin û 19 kes jî birîndar bûne.   LI ÇEMÇAL Û KIFRIYÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE    Her wiha li navçeya Çemçal a Silêmaniyeyê û li navçeya Kifriyê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Her wiha qeymeqamê Çemçalê ragihand ku di çarçoveya qedexeya li navçeyê de saziyên fermî yên hikûmetê di betlanê de ne.