Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn 2017-12-19 16:36:12   RANYE - Gelê Ranye li dijî nelirêtiyê daketin kolanan û navenda komîteya YNK’ê şewitandin. Di çalakiyê de 6 xwepêşander birîndar bûn.    Li Başûrê Kurdistanê li dijî nelirêtiyê çalakiyên gel didomin. Li navçeya Ranye ya Silêmaniyê jî gel daket kolanê û çalakî pêk anîn. Girseya ku daket kolanê navenda komîteya YNK’ê şewitandin. Hêzên ewlehiyê jî gule berdan xwepêşandêran. Di bûyeran de 6 xwepêşander bi guleyan birîndar bûn. Hat diyar kirin ku bûyer didomin û rewşa 3 xwepêşanderan giran e.    LI QEYADIZÊ GEL DAKET KOLANAN   Li nav bazara qezaya Qeladizê carek din xwepêşandanê destpê kir û xwepêşander dirûşmeya ‘Raperîn’ qêr dikin. Pêş çend kêliyan welatî, çîn û pêkhateyên qezaya Qeladizê ya girêdayî Silêmaniyê ji bo daxwazkirina mafên xwe cardin daketin qadan û dest bi xwepêşandanê kirin. Hejmarek zêde ya hêzên ewlehiyê li nav qezaya Qeladizê hatine bicihkirin û heya niha gelek xwepêşander binçav kirine. Her diçe xwepêşandan berfireh dibe û xwepêşander dirûşma ‘Raperîn’ qêr dikin.