‘Tu tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e’ 2020-03-30 12:29:00 EDENE - Serokê CHP’ê yê Edenê Mehmet Çelebî, diyar kir ku pêdivî bi feraseta dewletê ya civakî heye ku pêşî li pêvajoya şewbê bigire û got: “Tu tiştek ji jiyana mirovan ne girîngtir e.”  Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Edenê Mehmet Çelebî, diyar kir ku ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) pêdivî bi feraseta dewletê ya civakî heye. Çelebî, anî ziman ku desthilatdarî pêvajoya têkoşînê ya bi vîrûsê re nikare bi rêve bibe û wiha axivî: “Di malê de mayîn, navbera civakî û dest nedana fîzîkî têkoşînên bingehîn ên bi vîrûsê re ne. Bi mîlyona mirov li welatê me bêkarin. Kargeh hatin girtin û xebatkarên wan bê kar man. Em pêvajoyeke ku mehkûmê tunebûnê hatine kirin, dijîn. Pêwîste ku dewleta civakî pêdiviyên gel pêşwazî bike. Lê mixabin heya niha me tu aliyê civakîbûna dewletê nedîtiye. Ev desthilatdarî li şûna çareseriyan ava bike, aliyê rehet ê ‘di malê de bimîne’ û ‘birçî bimîne’ tercîh dike.  Ji bo ku têkoşîna bi vîrûsê re serbikeve, pêdivî bi feraseta dewletê ya civakî heye. Tu tişt jiyana mirovan ne girîngtire.”