Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin 2017-12-19 16:24:15   ÎZMÎR/STENBOL - Li navçeyên Çîglî, Kemalpaşa, Karşiyaka, Alîaga, Menemen, Balçova, Karabaglar, Tîre û Torbaliyê polîsan bi ser dehan malbatên endam û rêveberên HDP û DBP’ê de girtin û herî kêm 51 kes binçav kirin. 14 kes jî ji ber ne li mal bûn nehatin binçavkirin. Li Stenbolê jî bi dehan kes hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibê li navçeyên Çîglî, Kemalpaşa, Karşiyaka, Alîaga, Menemen, Balçova, Karabaglar, Tîre û Torbaliyê bi ser dehan malbatên endam û rêveberên HDP û DBP’ê de girt. Polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 51 kes binçav kirin. 14 kesên polîsan bi ser malbatên wan de girtin jî ji ber ku ne li mal bûn nehatin binçavkirin. Hevserokê HDP’ê ya Menemenê Sadik Varkan, Dîlan Akpolat, Fîdan Kîşîn, Nûralî Kîşîn, Ûfûk Kîşîn, Şakîr Kurt, Mûstafa Dogan, Rêzzan Bozkurt, Pervîn Esen, Mehmet Yilmaz.   LI STENOLÊ    Polîsan li gelek navçeyên navendî yên Stenbolê jî bi ser gelek malbatên endam û rêveberên partiyên siyasî de girtin. Bi dehan kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Kesên hatin binçavkirin û nafên wan hatin fêrbûn wiha ne: Dogan Altinişik, Feyzullah Eren, Seyithan Eren, Kadir Keklik, Selahattin Demîr, Gulsum Başkale, Serdar Oguz û Nihat Demir hatin binçavkirin sedema binçavkirna wan nehat zanîn. Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Kadikoyê de jî girtin. Polîsan di serdegirtina avahiyê de Hevseroka HDP'ê Gul Demîr û Ercan Demir hatin binçavkirin. Di 14'ê kanûnê de bi ser malan de girtibûn û Endamên Platforma Hiqûqçiyên Azadîparêz (OHP) Gurkan Îstekli û Hakim Peker jî di navde 17 kes hatibûn binçavkirin. Lêpirsîna 16 parêzeran di bin çavan de didome.