TTB: Herî kêm divê 30 hezar test bên kirin û îzolasyona hişk bê pêkanîn 2020-03-30 12:04:16 ENQERE – Yekitiya Bijîjkên Tirk, diyar kir ku vîrûsa koronayê li her dera welat belav bûye û ji ber vê yekê firsende qarantînayê ji dest çûye û ragihand ku divê herî kêm 30 hezar test bên kirin û îzolasyona hişk bê pêkanîn. Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîkên Tirk (TTB), têkildarî vîrûsa koronayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê li dijî vîrûsa koropnayê gelek xeta û pêkanînên kêm hatine kirin.   ‘TIRKIYEYÊ KETIYE REWŞA ENFEKTEYÊ’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vîrûsa koronayê li her dera welat belav bûye û ji ber vê yekê firsende qarantînayê ji dest çûye û ji ber ku ji destpêkê ve li gel ku hatibûye zanîn jî qarantîna pêk nehatiye û pêşî li vîrûsê nehatiye girtin tirkiye ketiye rewşa enfekteyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bilî komên bi rîsq tecrîdkirina li seranserê welat êdî bê wate bûye û ev tişt hat gotin: “Weke ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî pêşniyar kir, ji niha pê ve divê hejmera testkirinê bê zêdekirin û izolasyona hişk bê pêkanîn. Divê herî kêm rojê testa 30 hezar kesî bê kirin û kesên ku encamên wan pozîtîf dertên ji kesên bi tendurist bên veqetandin û îzolekirin. Îzolekirin weke ku li malê dikare bê kirin ji bo vê yekê dikarin wargeh û otel jî bên veqetandin.”   Konseya Navendî ya TTB’ê tiştên ku niha dikarin bên kirin wiha rêz kir:   “* Li gorî daneyên epidemiyolojik ji bo demekê sînorkirina liv û tevgera civakê bê berbelavkirin, herkesê ku bi vîrûsê ketine testa wan bê kirin, îzolasyon pêk bê. Her wiha li gorî bajaran ji bo şertên xebatê û bergirî sererastkirin bên kirin.   * Heta ku şertên bersivandina pêwîstiyên kesên xîzan neyên afirandin, sînorkirina liv û tevgera civakê û bi tena serê xwe nirxandina bergiriyan kêm e.   * Bêyî ku pêwîstiyên pergala tenduristiya cemnaweriyê yên îro bên kirin ji aqil bên derxistin; piştgiriya ji bo tenduristî û jiyana karkeran, bêkaran û xîzanan bê kirin (destûra bi pere, berfirehkirin û zêdekirina razandina bêkariyê û ji bo 3 mehan dayîna bê pere ya ceyran, av û gaza xwezayî). Çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo vê yekê bes in.