Hemşîreya bi koranayê ket jiyana xwe ji dest da 2020-03-30 11:58:55 STENBOL - Hemşîre Ayla Balaç a li Stenbolê wezîfeyê dikir bi vîrûsa koronayê ket û jiyana ji xwe dest da.  Hemşîre Ayla Balaç a li nexweşxaneyek Stenbolê wezîfeyê dikir dema dixebitî bi vîrûsa koronayê ket. Hat zanîn ku Balaç di encama vîrûsê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya emke.org’ê ya aîdî Ekîba Rizgariya Netewî ya Medîkal, Ayça Balaç a bi vîrûsa koronayê ketiye jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Balaç li Stenbolê hat veşartin.    Parlamenterê CHP’ê yê Yozgatê Alî Keven di hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku hemşîre Ayça Balaç jiyana xwe ji dest daye û xemgîniya xwe anî ziman û ji malbat û hezkiriyên wê re sersaxî xwest.   Hat zanîn ku Balaç ji Yozgatê ye.