Ajokarê TIR'ê Yilmaz: Min hawara xizanan anî ziman 2020-03-30 11:29:00 HATAY - Ajokorê TIR'ê Malîk Baran Yilmaz, ku ji ber gotina "Vîrûs min nakuje, dê pergal min bikuje," hat binçavkirin û serbest hat berdan, got: "Min hawar û îsyana xizanan anîziman."    Bertek û nerazîbûnên gel li dijî polîtîkayên AKP'ê yên li dijî vîrûsa corona zêde dibin. Ji ber ku îqtîdara AKP'ê tedbîran li dijî şewba Covît-19 nagire welatî her roj bertekên xwe tînin ziman. Ajokarê TIR'ê Malîk Baran Yilmaz jî ji ber gotibû "Vîrus min nakuje, dê ev pergal min bikuje" ha binçavkirin û piştî îfade da serbest hat berdan. Yilmaz, li Hatayê hat binçavkirin û piştî îfade da bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Yilmaz, ji Rojnameya BirGunê re axivî û wiha got: "Kesên bindest bi qasî rastiya vîrûsê pirsgirêka wan a debarê jî heye. Min hawar û îsyana xizanan anî ziman. Tu armanca ku ez mirovan sor bikim û rakim serhildanê tune. Ev tiştê ku min got rastiya me ye. Ez li pişt gotina xwe me. Derketina me ya derve li dijî tenduristiya civakê ye. Min ev yek ji midûriyeta polîsan û dozger re got."    Yilmaz, anî ziman ku ew jî dixwazin ku ji bo xwe ji vîrusê biparêzin li mala xwe li nava zarokên xwe rûnê û wiha got: "Lê ev yek ne pêkan e. Îro hûn ji kijan ajokarê TIR'ê û kedkarekî bipirsin dê bêje 'ez dixwazim li mala xwe rûnêm'  Lê ji bo tenduristî û debara malbata xwe neçar e ku kar bike. Ev yek dê çawa çê bibe. Ji ber vê yekê ev pergal mirovan dikuje. Bi qasî tedbîrên li dijî vîrûsê divê li diji vê pergalê jî tedbîr bêne girtin."