Li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin 2020-03-30 11:07:11 HEWLÊR - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin. Wezareta Tendurisiyê ya Herêma Kurdistana Federe bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin. Wezareta Tendustiyê destnîşan kir ku ji 8 kesên bi vîrûsê ketin 3 jê zarok in ên  din jin û mêr in.   Wezareta Tenduristiyê ragihand ku sê kes ji wan nexweşan xelkê bajarê Dihokê ne û dema ji Fransayê vegeriyabûn, li Hewlêrê xistibûn karantînayê. Li gorî daxuyaniyê li Hewlêrê kesek din ê bi vîrûsa korona ketiye sax bûye û bi giştî heta niha li Hewlêrê 6 kesên bi vîrûsa korona ketine sax bûne.   Li gel hejmarên dawî, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi virûsa Korona ketim gihîşt 150’iyan.   Heta niha 56 kesên bi virûsê ketibûn jî, baş bûne.