Operasyona leşkerî ya li bejahiya Pasûrê bi dawî bû 2020-03-30 11:06:44   AMED – Operasyona leşkerî ya ku li gundê Eskar û herêma Şênê ya navçeya Pasûrê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.   Operasyona leşkerî ya ku di 26’ê adarê de bi beşdariya gelek yekîneyên taybet li gundê Eskar û herêma Şênê ya navçeya Pasûrê ya Amedê hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Hat ragihandin ku leşkerên ku bi helîkopteran çûne herêma operasyonê, bi ser gundan de girtine û li mal û axuran lêgerîn pêk anîne. Hat hînbûn ku di serdegirtinan de tu kes nehatiye binçavkirin.