Li Wanê gundek û 2 mezra xistin qarantînayê 2020-03-30 10:48:01 WAN - Li Navçeya Elbakê ya Wanê Gundê Esenyamaç û li Navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber şewba vîrûsa corona xistin qarantînayê.  Li Wanê gundek û 2 mezra (gundik) ji ber şewba vîrusê xistin qarantînayê. Li Navçeya Elbakê ya Wanê Gundê Esenyamaç û li Navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber şewba vîrûsa corona xistin qarantînayê.    Welatiyê ku ji Stenolê hat Gundê Esenyamaçê yê Elbaka Wanê rakirin nexweşxaneyê. Di testa welati de vîrûsa corona derket û piştî wê gund xistin qarantînayê. Li Navçeya Şaxê ya Wanê jî mezgirkên Çemîk û Tellikaya yê girêdayî gundê Alacayerê di xwîna welatiyekî de vîrûsa corona derket. Piştî test posîtîf derket gundik xistin qarantînayê.    XAN ÇAR ROJIN DI QARANTÎNAYÊ DE YE   Gundê Xanê yê navçeya Ebexa Wanê jî 4 rojin, ji ber vîrûsa corona di qarantînayê de ye. Welatiyê ji Stenbol hat Xanê di xwina wî de vîrûs hat dîtin û ji 27'ê Adare heta niha gund di qarantînayê de ye.