Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin 2017-12-19 15:18:28   STENBOL – Daxwaza serlêdana hevdîtina parêzerên Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve cara 714’emîn hat redkirin.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Muharrem Şahîn bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Bi vê serlêdanê re ev bû 714 car parêzer daxwaz dikin biçin hevdîtinê. Daxwaza serlêdana hevdîtina parêzer ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.    Ji 27’ê 2011’an vir ve ev bû 714 car serlêdana parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û Rewşa Awarte tê astengkirin.