Li cîhanê şewba Covid-19 belav dibe: 723 hezar derbas kir 2020-03-30 10:13:25 NAVENDA NÛÇEYAN  - Li cîhanê şewba vîrûsa corona (Covid-19) pêl bi pêl belav dbe. Li gorî daneyên fermî heta niha zêdeyî 33 hezar kes bi vîrusê mirin û zêdeyî 723 hezar kes jî bi şewbê ketin.  Şewba vîrûsa corona (Covid-19) ku li cîhanê û Tirkiyeyê belav dibe roj bi roj qurbaniyên wê zede dibin. Li gorî daneyên malpera înternetê ya "Worldometer" li tevahiya cîhanê heta niha  702 hezar û 348 kes bi şewba vîrusê ketine. 33 hezar û 993 kes jî bi vîrusê mirin.   Li Cîhanê herî zêde li welatê DYA'yê vîrûs belav bû û li tevahiyê welatê Emerîqa heta niha 135 hezar û 627 kes bi şewba vîrûsê ketin. Dîsa di rêza duyemîn de welatê Îtalya ye. Li Îtalyayê heta niha 97 hezar û 689 kes bi şewbê ketine. Li Çînê jî heta niha 81 hezar û 439 kes bi şewbê ketine.