Baroya Mêrdînê êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir 2020-03-30 09:54:30   MÊRDÎN – Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê, êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir.   Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê, êrîşa li dijî Goristana Qubê Hesen Begê ya êzîdiyan ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê pêk hatibû, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Komîsyonê, diyar kir ku êrîşê xesareke mezin daye wijdanê civakê û wiha got: “Weke komîsyon; em êrîşên dijmirovane yên li dijî ol, ziman û çand ên provakatîf şermezar dikin û diyar dikin ku li dijî êrîşên bi vî rengî ne. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radgihînin ku piştevaniya gelê êzidî dikin.”