Tayip Temel: Xwe parastin welatparastin e 2020-03-30 09:46:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, bang li gel kir ku kes ji malên xwe dernekeve û wiha got: "Ev ne şano û lîstik e. Mesele cîddî ye. Ji ber nekin xwe parastin welatparastin e. Dernekevin derve."  Vîrûsa corona li tevahiya Tirkiye belav bûye. Herî dawî li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca hêjmara kesê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da gihişt 131 kesan. Dîsa bi giştî 9 hezar û 217 kes jî bi şewba vîrûsê ketin. HDP her roj li kolanan û li ser medya civakî bang li gel dike ku kes ji malên xwe dernekevin. Parlamenterê HDP'ê Tayip Temel jî bang li gel kir û xwest kes ji malên xwe dernekevin.    'EM BI HEVGIRTIN Û PARVEKIRINÊ DIKARIN JI VÊ FELAKETÊ XELAS BIBIN'    Temel, li ser hesabê medya civakî vîdeoyek bangê parve kir û wiha got: "Ji bilî me xwedî û alîkarê me nîne. Em in alîkar û xwedîyê xwe. Divê em xwe biparêzin. Ji ber ku xwe parastin welatparastin e. Guh nedin gotinê 'Tixt nabe xwe netirsînin'. Ev ne fîlmek e. Ev ne şanoyek e. Ev ne lîstikek e jî. Rewş gelek cîddî ye. Xetere û talûke hatiye ber deriyê me. Gelê me yê hêja em wekî partî (HDP) banga dawî dikin. Em dizanin pirsgirêkê me yên aborî jî hene. Lê tu pirsgirêk ji jiyanê girîngtir nîn in. Li gorî derfetên xwe erzganên xwe bigirin. Ne diyar e ev felatek dê çiwasî biome û kengî bi qede. Ji ber vê yekê ji em erzaqên xwe bi tasarûf bikar bînin. Dema ev felaket belav bû û mezin bû emê bibin alîkarê hev. Her kes cîran û derdorê xwe nas dike û dizane. Divê em derfetên xwe bi hevre parve bikin. Ancak em dkarin bi hevgirtin, piştgirî û parvekirinê dikarin ji vê felaketê xelas bibin. Ji bîr nekin xwe parastin welatparastin e. Li malên xwe bimînin dernekevin derve."