Şener: Gotinên Erdogan li dijî Hîqûqa Îslamê ne 2020-03-30 09:18:40 ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Abdullatîf Şener, sererastkirina înfazê ya AKP’ê rexne kir û gotinên Erdogan ên derbarê efûyê de bi bîr xist û got ku sererastkirin hem li dijî gotinên Erdogan bixwe û hem jî li dijî Hiqûqa Îslamê ye.  Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara kesên ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Parlamenterê CHP’ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, bergiriyên desthilatê yên li dijî vîrûsa koronayê, pakêtên aboriyê yên ku aşkera kiriye û polîtîkayên wê yên qeyûman nirxand. Şener, diyar kir ku bergiriyên desthilatê yên ji bo vîrûsê kêm in û got ku daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê jî ne zelal in.   ‘PÊVAJO BAŞ NAYÊ BIRÊVEBIRIN’   Şener, destnîşan kir ku yek ji kêmasiyan rêjeya testan e û wiha got: “Pêvajo baş nayê birêvebirin. Li her dera Cîhanê bûyer li kuderê û çiqas bûye tê aşkerakirin. Walîtî, şaredarî û rêveberiya navendî li gorî vê yekê bergiriyên xwe digirin. Lê Tirkiyeyê ev nayê kirin, ev yek jî dibe sedema belavbûna nexweşiyê. Lîjneyeke zanîstê ava kirine, nayê zanîn ku çi dike, xebatên wê veşarî ne. Di rêxistinbûn û pêkanînên lîjneyê de jî pirsgirêk hene.”   ‘AŞKERAYA KU WÊ ABORÎ BIÇÛK BIBE’   Şener, pakêta aboriyê ya bergiriyan ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan aşkera kiribû jî bi van gotinan rexne kir: “Di pakêtê de tiştekî ku civak û xîzanan rehet bike tune. Pêwîstiyên lezgîn îhmal dike û rewşa kesên xîzan di pakêtê de li ber çavan nehatiye giritn. Di vê rewşa ku bi milyonan mirov li benda alîkariyê ne, aşkera ku dê bêkarî gelek zêde bibe û aborî jî biçûk bibe”   ‘DIVÊ TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BI DAWÎ BIBE’   Di berdewama axaftina xwe de Şener tayînkirina qeyûman jî nirxand û wiha pêde çû: “Wê otoriterî zêde bibe. Tayyînkirina qeyûman a di pêvajoya vîrûsê de jî vê yekê nîşan dide. Tu demê sûd ji pêkanînên ku wijdanê raya giştî aciz dikin, gengeşî û cûdahiyê kûr dikin, nehatiye girtin. Berî herkesi divê Erdogan pêşxistina yekitiyê û pêkvejiyanê li ber çav bigire. Divê hîkûmet demildest dev ji tayînkirina qeyûman berde.”   EFÛYÊ JI SÛCDARÊN LI HEMBERÎ HEV RE TÎNE   Şener têkildarî sererastkirina înfaze jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgeh bi sûcdarên nêrîn û fikrê têje ne. Beriya çend salan Erdogan digot ku mafê dewlet tuneye ku sûcdariyên mirovan ên li hemberî hev efû bike, tenê dikare sûcdariyên li hemberî xwe efû bike. Lê îro berovajiyê gotinên xwe sûcdarên dewletê li derveyî efûyê dihêle û efûyê ji kesên ku li hemberî hev sûc kirine re tîne. Di îslamê de jî efû ji sûcên li hemberî dewletê re ye. Gotinên Erdogan çawa ku li dijî gotinên wî yên çend sal berê ne, di heman demê de li dijî Hîqûqa Îslamê ne jî. Ji bilî hin sûcdarên mîna tecawizkarên zarokan divê hemû girtî bên berdan.”