Gelo gardiyan bê maske û lepik dixebitin? 2020-03-30 09:18:10 MÊRDÎN – Erkan Taşkan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûs girtî ye, diyar kir ku li girtîgehê li dijî vîrûsa koronayê bergirî nehatine girtin û angaşt kir ku personelên girtîgehê maske û lepik bi kar naynin û bi vî halî xwarinê didine wan. Erkan Taşkan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûs girtî ye, di hevdîtina ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî vîrûsa koronayê tu bergirî negirtine û personelên girtîgehê maske û lepik bi kar naynin. Taşkan, da zanîn ku personel bê maske û lepik xwarina wan li wan belav dikin û wiha got: “Jimartin û lêgerînê jî bê maske û lepik dikin. Jixwe tenduristiya xwe nafikirin, bi vî rengî tenduristiya me jî dikin talûkeyê.”   ‘MASKE Û LEPIK BI PERE NE’   Taşkan, bi lêv kir ku di hevdîtinên wan ên bi rêveberiyê re midurê girtîgehê bi awayekî micid nêzî mijarê nabe û ev tişt anî ziman: “Hê nû maske û lepikan anîna qantînê. Kesên ku dixwazin bi pere digirin. Ji aliyê gargiyanan ve provakasyon tên kirin. Di bin navê lêgerînê de amûran ji hev belav dikin û gotinên girtiyan berovajî dikin.”   ‘BILA NEXWEŞ Û EXTIYAR BÊN BERDAN’    Di berdewamê de Taşkan, têkildarî sererastkirina înfazê jî ev tişt gotin: “Em girtiyên siyasî daxwaz dikin ku bi şertê wekheviyê sererastkirin bê kirin. Li girtîgehê gelek kes ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî girtî ne. Divê ku ev bên berdan. Divê ku girtiyên extiyar û nexweş jî bên berdan. Em dixwazin ku mirovên derve bibin dengê me.”   ‘NEXWEŞÎ CIHÊKARIYÊ NAKE’   Dayika Taşkan RasÎme Taşkan (45) jî diyar kir ku ji ber vîrûsê bi fikar in û wiha axivî: “Beyî cihêkarî divê hemû girtî bên berdan. Dema ku nexweşî bê dê bêcihêkarî bandorê li herkesi bike. Ji ber vê yekê divê hemû girtî bên berdan. Jixwe cihê wan jî teng e û hejmarên wan jî gelek zêde ne. Em ditirsin ku tiştekî bê serê zarokên me. Bila dilê dayik û bavê neşewite.” Rêveberiya girtîgehê ku me têkildarî ragihandinên Taşkan xwe gihandê angaştan red kir.    MA / Omer Akin