‘Divê ku sererastkirina înfazê bi herkesî bêhn bide berdan’ 2020-03-30 09:12:13 RIHA – Bavê Mahmût Tûtal ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye Emîn Tûtal, destnîşan kir ku divê di sererastkirina înfazê de cihêkarî neyê kirin û got ku divê sererastkirina înfazê bi herkesi bêhn bide berdan. Bavê Mahmût Tûtal ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye Emîn Tûtal, têkildarî rewşa girtiyan axivî û diyar kir ku girtî ji ber vîrûsa koronayê di bin rîsqê de ne. Tûtal bang kir ku sereraskirina înfazê ya ku tê payîn bê meclisê hemû girtiyan bihewîne.   ‘BERÎ FELAKETÊ ÇARESERÎ BÊ DÎTIN’   Tûtal, da zanîn ku kurê wî bi angaşta “endamê rêxistinê ye û çalakî kiriye” 48 sal ceza lê hatiye birîn û wiha got: “Di hevdîtina dawîn de kurê min got ku paqijî li girtîgehan wan nayêkirin û amûrên paqijiyê kêm in. Her wiha got ku av tê birîn û girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyê. Kurê min ji min xwest ku em dengê wan bigihînin hiqûqa navneteweyî. Divê berî ku felaket pek were çareseriyek bê dîtin.”   ‘DIVÊ DAXWAZÊN ME LI BER ÇAV BÊN GIRTIN’    Di berdewama axaftina xwe de Tûtal, bertek nîşanî dervehiştina girtiyên siyasî ya sererastkirina înfazê da û ev tişt got: “Sererastkirina înfazê divê ku li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî be. Divê ku sererastkirin herkesi bihewîne nav xwe. Divê ku sererastkirinê bi herkesî bêhn bide berdan. Heke wiha neyê kirin dê feyda sererastkirinê li tu kesî nebe. Divê ku daxwazên me li ber çav bên girtin.”