Li Çiyayê Cûdî navbera baregehên leşkerî 5 kîlometre ye 2020-03-30 09:11:25 ŞIRNEX –  Li Çiyayê Cûdî gelek deverên wî heta dawiya salê hatine qedexekirin, baregehên leşkerî yên nû hatine avakirin û navbera wan 5 kîlometre ye. Ji bo rêyên van baregehan jî li herêmê qirikirina daran pêk tê.  Çiyayê Cûdî ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve gelek deverên wî di bin navê “HerêmaEwlehiya Tabybet” de heta dawiya salê hatine qedexekirin, qereqol, qaleqol û bargehên leşkerî yên nû tên avakirin. Li Herema Gundikê Remo ye Çiyayê Cûdî ku li hemberî navenda bajar e, 3 baregehên leşkerî hatin avakirin. Lêkirina van baregehan dawiya sala borî hatibû destpêkirin û navbera wan tenê 5 kîlometre ye.  Dîsa li beşa bejahiya navçeya Silopya ya Çiyaye Cûdî jî qaleqolek hat avakirin. Ev qaleqol nêzî Gundê Hesena yê asûriyan ku li peşa Çiyayê Cûdî ye hatiye avakirin. Leşker li qaleqolê hatine bichikirin lê ji ber qedexeyê destûr nayê dayîn ku kes derbasî herêmê bibe.    XWEZA TÊ TUNEKIRIN   Dê li bejahiya bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê jî 4 qaleqol bên çêkirin û ji ber vê yekê xebata rê hatiye destpêkirin. Li deverên ku xebatên rê hatine destpêkirin jî cerdevanên Sêgirkê daran dibirin. Hat angaşkirin ku cerdeva van darên ku dibirin difiroşên saziyên dewletê.    BIRÎNA DARISTANÊ LI GUNDIYAN TÊ FERZKIRIN   Her wiha leşker ji bo birîna darên li derdora qaleqolan zextê gundiyên gundê Nerex, Heştan û Zorava dikin. Leşker gef li gundiyan dixwin û dibêjin ku heke gundî daran nebirin dê ji bo birîna daran cerdevanan bînin. Lê gelek deveran jî tê dîtin ku gelek dar hatine birîn û li ser hev hatine komkirin.