Di encama rapora Zanîngeha Londonê de 3 polis bûn gumanbarên cînayeta Elçî 2020-03-30 09:11:06 AMED – Derket holê ku di cînayeta Tahîr Elçî de 3 polisên ku berê weke şahid hatibûne guhdarkirin, di encama rapora ku Baroya Amedê bi Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê dabû amadekirin bûne gumanbarê cînayetê.  Cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ya li navçeya Sûrê ya Amedê ket sala 5’an. Piştî 4 sal û nîvan lêpirsîna derbarê cînayetê temam bû û derbasî dozê bû. Di dosyaya lêpirsînê de 3 polisên ku 3 sal in weke şahid hatibûn guhdarkirin, derket holê ku piştî di rapora Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê de weke faîl hatine nîşandan, weke gumanbar îfadeyên wan hatine girtin.    RAPOR TENÊ DELÎL E   Baroya Amedê, rapora ku têkildarî cînayeta Elçî, bi Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê dabû amadekirin, di çileya 2019’an de radestî Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribû. Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê salek piştî radestkirina raporê, di 9-10’ê çileya 2020’an de weke gumanbar îfadeyê polisên bi navê S. T., F. T. û M. S. girtiye. Di dosyaya ku 4 salan di asta lêpirsînê de ma de derbarê polisan de weke delîl tenê rapora Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê heye.     ‘FERASETA BÊCEZAHIŞTINÊ DIDOME’   Ji parêzerên Baroya Amedê Mahsûnî Karaman, diyar kir ku doznameya derbarê cînayeta Elçî de hatiya amadekirin ne doznameyeke li ser rastiyan hatiye amadekirin û wiha got: “Delîl û raporên pisporan derdixin holê ku Tahîr Elçî di encama gulebarana 3 polisan de hatiye kuştin. Nexwestina lêpirsîna Elçî di doznameyê de derkletiya asta herî jor. Dozname li şûna ku lêkolîna rastiyê bide destpêkirin, li pey fêhilkirin ajanên dewletê ye. Ev jî gumana me ya ji darizandinê zêde dike. Mixabin em bi vê doznameyê jî fêm dikin ku feraseta bêcezahiştinê tê berdewamkirin.”   'DOZNAMEYEK KU CÎNAYETÊ RONÎ BIKE NÎNE’   Parêzerê dozê Neşet Gîrasûn jî diyar kir ku doznameya ne doznameyeke ku cînayeta Tahîr Elçî ronî bike û ev tişt got: “Hewldaneke çav boyaxkirinê ye. Lê em ê vê yekê nedaqurtînin. Ev mijareke wisa ye ku bê girtin. Di mijarên siyasî de derxistina holê ya tetikkêş û piştgirên wan pêvajoyeke zor e. Lê em ê derxin holê.”   ‘HEDEFA DÎTINA FAÎL TUNEYE’   Serokê Berê yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî destnîşan kir ku dozname ji aqilan dûr e û ev tişt anî ziman: “Hedefa doznameyê ya dîtina faîl tuneye. Derbarê dosyayê de lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Ji bo ronîkirina vê cînayetê divê ku lêpirsîneke kûr û bi bandor bê kirin. Wê ev cinayet di dawiyê de bê ronîkirin. Em ji vê bawar in.”