Li dijî vîrûsê pêşniyara çareseriya herêmî 2020-03-30 09:10:13 RIHA – Hevseroka Şaxa SES’ê ya Rihayê Eylem Salar, tevlênekirina saziyên tenduristiyê ya lîjneya zanistê rexne kir û got ku divê li dijî vîrûsa koronayê çareseriya herêmî bê pêşxistin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civak û Tenduristiyê (SES) a Rihayê Eylem Salar, kêmasiyên li Rihayê yên ji bo bergiriyên vîrûsa koronayê ku li seranserê Cîhanê hejmara weqayên wê zêde dibin vegot. Salar, diyar kir ku testên li bajar ku 2 milyon nîfûsa wî heye kêm in û got ku ji ber vîrûsê li nexweşxaneyên taybet derxistina destûrê li xebatkarên tenduristiyê û bijîjkan hatiye ferzkirin. Salar, pirsa ku çima ode û sendîkayên tenduristiyê tevlî lîjneya zanistê nayên kirin kir û bal kişand ser pêşniyara çareseriya herêmî.    KÊMBÛNA KÎTÊN TESTÊ REXNE KIR   Salar, banga Rêxistiya Tenduristiyê ya CÎhanê (WHO) ya zêdekirina testan bi bîr xist û hişyar kir ku bi kêmbûna kîtên testa re zêdetir kes bi vîrûsê bikevin û wiha got: “Heke hejmara testan bê zêdekirin dê zêdetir kesên ku bi vîrûsê ketine bên tespîtkirin û ev yek jÎ belavbûna vîrûsê kêm bike. Em dibêjin ku divê bi awayekî lezgîn test bê pere li her bajarî bên kirin. Di pêvajoya vîrûsê ji bo rizgarkirina jiyanê agahiyên zelal şer tin. Hê jî li kargehan di bi navê agahiya veşarî de form tên îmzekirin û tu wate nadin van pêkanînan.”    ‘EM ÇIMA NAYÊ TEVLÎKIRIN’   Salar, pirsa ku çima ode û sendîkayên tenduristiyê tevlî lîjneya zanistê nayên kirin kir û ev tişt anî ziman: “Têkildarî mijarê Wezareta Tenduristiyê pêwîst bi daxuyaniyê jî nabîne. Li gorî agahiyên li ber deste xebatkarên tenduristiyê, maske, lepik û amûrên parastinê kêm in. Ji bo vê yekê bang li xebatkarên tenduristiyê tê kirin ku amûrên di destê xwe de bi tasarûf bi kar bînin. Lê divê neyê jibîrkirin di tenduristiyê de tasarûf nabe. Vê kêmasiyê dê bi vîrûsê hê zêdetir bibe. Bi sererastkirineke nû re ku xebatkarên tenduristiyê yên bi KHK’an ji kar hatine avêtin careke din bên girtin, ev kêmasî dikarin bên derabakirin.”   ‘XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ YÊN REWŞA WAN KRÎTK HENE’   Di berdewam axaftina xwe de Salar, destnîşan kir ku ji ber vîrûsê li nexweşxaneyên taybet derxistina destûrê li xebatkarên tenduristiyê û bijîjkan tê ferzkirin û wiha pêde çû: “Derxistina kar li hin bijîjkan tê kirin. Me hîn kir k udi rewşeke zêdebûna weqayên pozîtîf de cihekî cûda ku hatibe îzolekirin tunene. Hevalên me yên ku bi vîrûsê ketine zêde bûne. Hevalên me yên ku rewşa wan krîtîk hene. Ji ber vîrûsê hevaleke me ya hemşîre jiyana xwe ji dest da. Polîtîkayên heyî yên tenduristiyê jiyana xebatkarên tenduristiyê dike xetereyê. Di vê çarçoveyê de xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest didin divê weke cinayeta kar bên qebûlkirin. Ji bo kontrolakirina vîrûsê bi rêya keyayan nûnertiyên têkoşîna li dijî vîrûsê dikarin bên avakirin. Bi vê yekê çareseriya herêmî JÎ dikarê bê pêşxistin.”   ‘ŞERTÊ WEKHEVIYÊ TUNE HATIYE HESIBANDIN’   Di dawiya axaftina xwe de Salar bal kişand ser sererastkirina înfazê ya ku girtiyên siyasî li derveyÎ wê tên hiştin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Di rewşên wiha de girtî di bin rîsqeke mezin de ne. Wê pêşnûmaya ku bê meclise, îstîsmarkarên zarokan, tevawizkar, kujerên jinan, bazirganên hişbirê bên berdan, lê girtiyên siyasî, rojnameger, kesên ku nêrînên xwe anîne ziman neyên berdan. Em bi israr di înfazê de wekheviyê diparêzin. Divê li gorî vîrûsê sererastkirin bên kirin û hemû girtî demildest bên berdan.”