Ocalan: Çareserî aqilê civakî ye 2020-03-30 09:09:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê, balê dikişîne ser talûkeyên îro û çareseriyê nîşan dide.  Ocalan, diyar dike ku bi tenê bi analîzên çînî, bi rêçeteyên ekonomîk, bi tedbîrên polîtîk, bi danehevên herî zêde yên desthilatdarî û dewletê pêşî li hilweşîna civakî û ekolojîk nayê girtin. Ocalan dixwaze ku mirov hûrûkûr li ser pirsgirêkê rawest e û destnîşan dike ku çareserî aqilê civaki ye.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin bi tena serê xwe di hucreyê de tê tecrîdkirin her tim serê xwe ji bo çareseriya civakê û cîhanê êşandiye û li pêşeroja civakê hiziriye. Ocalan hêj 11 sal berê di parêznameya Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê bal kişandiye ser talûkeyên îro û çareserî pêşniyar kiriye. Ocalan di beşa "Hêza Aqilê Civakî" balê dikişîne ser aqilê çareseriyê û wiha dibêje: Mirov heta li hêz û têkiliya asta mejiyê cinsê mirov bi pêvajoyên civakî yên xweser re serwext nebe, nikare ti derfet û îmkana der barê çareseriya pirsgirêkên civakê de bi awayekî heq dike binirxîne. Weke cins di qonaxa mirovbûnê de pîvana potansiyela asta mejiyê wî, li gorî destpêkê dibe ku mijareke spekulatîf be; ev dikare mumkîn jî nebe. Lê derketiye holê ku em bi mejiyekî pirr cuda re rûbirû ne, ev yek jî bi diyardeya şer a di dîroka mirovatiyê de ku di şertên me yên îro de dewrûber bi temamî aniye ber tinekirinê, diyar bûye. Bi tenê bi analîzên çînî, bi rêçeteyên ekonomîk, bi tedbîrên polîtîk, bi danehevên herî zêde yên desthilatdarî û dewletê pêşî li hilweşîna civakî û ekolojîk nayê girtin, ev hatiye fêhmkirin û heta mirov dikare bibêje, hema hatiye ispatkirin. Eşkere ye ku divê mirov hûrûkûr li ser pirsgirêkê rawest e."    'CIVAK PÊŞ NEKEVE AQIL JÎ PÊŞ NAKEVE'    Ocalan balê dikişîne ser têkiliya pêşketina civakê û aqil û wiha lê zêde dike: "Bêguman, tevahiya serdeman li ser hêza aqil timî hatiye rawestîn. Ez pirr tiştekî nû nabêjim. Ez bi tenê dixwazim bibêjim, ji her demê girîngtir bûye ku balê bikişînim ser aliyekî cuda yê aqil. Têkiliya aqil bi civakê re eşkere ye. Her çavdêrekî dîrokî yê ji rêzê jî dikare bibîne, civak pêş nekeve aqil jî pêş nakeve. Bi awayekî bingehîn a divê em lê serwext bibin ew e, hebûna civakî di kîjan şert û mercan de aqil rewa dibîne. Modernîteya kapîtalîst, nexasim jî serweriya sermayeya fînansa global a dema nêz bi rêya ‘aqlê sembolî’ pirr zêde kar kir û bi vî awayî rê li ber hilweşîna civak û hawîrdorê vekir. Bi ti şertê rewakirinê yê civakî ravekirina vê nabe, nayê fêhmkirin. Ya rastî, ti şêweyê civaka bi exlaq, bi azadî û bi polîtîka nikare derba ‘aqlê sembolî’ erê bike. Baş e, bendên rewakirinê yên civakî çawa, ji aliyê kê ve, bi kîjan zêhniyet û amûran ve hat perçeperçekirin? Li dijî hêza hilweşandina aqil, rola avakirin, tamîrkirin û têkûzîkirinê ya kê ye? Ji bo bi cihanîna vê rolê ji pêşdebirina kîjan rêzikên zêhniyetê û amûran berpirsiyar in? Ev pirs heyatî ne, û ji sedî sed divê bersiva wan were dayîn."    'BUROKRASIYA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST CIVAKÊ DIXE QEFESA HESINÎ'    Ocalan di berdewama nirxandinê de destnîşan dike ku hêzê cih guhertiye û wiha berdewam dike: "Wallerstein bi girîngî li ser dema derketina nîzama jê re sîstema dinyayê ya kapîtalîst dibêje sekiniye û ez jî girîngiyê bi vê hewldana wî didim. Herweha Fernand Braudel jî li ser mijarê analîzên hûrûkûr kirine û ez van hewldanên wî jî weke xebatên pêşiya mirov rohnî dikin, dibînim. Samîr Amîn jî di çarçoveya hilweşîna şaristaniyên Îslamî yên Rojhilata Navîn de li ser mijarê rawestiyaye, û analîzên wî yên li ser kapîtalîzmê mirov dikare hinekî jê hîn bibe. Gelek fikirdar bi nazikî nêzî mijarê dibin. Encamên hevpar ên gihiştinê hemû li dora qelsbûna rêûresma dewletê ya Ewrûpayê, jihevdeketina dêrê, tarûmarkirina şaristaniya Îslamê ji aliyê Cengiz Xanê Moxolî ve dizîvire. Kapîtalîzmê dişibînin şêrê di qefesê de û dibêjin; di van şert û mercan de şêr keysa xwe li deriyê vekirî aniye û pêşde çûye, pêşî li Ewrûpaya Rojava serdest bûye; paşê li gorî rêzê tevahiya Ewrûpayê, Bakurê Emerîkayê û ber bi roja me ya îro ve êrişa xwe li tevahiya dinyayê bi awayekî serketî temam kiriye. Hêza berê di qefesê de hatibû girtin bûye hukimran, hukimranên berê jî xistine qefesê. Civakê bi destê Levîathan dixin qefesê û vê yekê bi awayekî îstîare û metafor tînin ziman. Bi gotina navdar a Max Weber, burokrasiya modernîteya kapîtalîst civakê dixe qefesa hesinî. Civaknasên navdar hemû, pirr eşkere nebe jî, hinekî jî bi psîkolojiya gunehkariyê, bi tirsonekî û pistepistê hewl didin dîmenê civakî yê xeternak bînin ziman û ev dîmen bi vî awayî tê pêşkêşkirin."    Ocalan li ser aqilê analîtîk jî radiweste û dibêje: "Ez bi xwe bi awayekî berfirehtir û bi sîstema şaristaniya navendî ve girêdayî li pirsgirêkê dinêrim. Heta, ez difikirim ku divê pirsgirêk hinekî jî bi dîroka pêşketina aqlê analîtîk ê sembolî ve were girêdan. Gava ku aqlê analîtîk di sîstema şaristaniya navendî de avêtiye, bêguman gelekî mezin e. Bi tenê bi tevahî avahiyên şaristaniyan dikarin bandoreke bi vî rengî bikin. Hêmaneke din a girîng ew e, aqlê mirov rengê sembolî digire. Heta bi mirovî, zindî û ruhber hemû bi prensîbên aqil ên xwe şaş nakin, dixebitin. Ev şêwazê aqil ê em dikarin jê re bibêjin xwezayî yan jî hisî li gorî xerîze û ajoyên hundirîn e. Bi tesîrbûn bi reaksiyonên ji nişkê ve tê karekterîzekirin. Di vê mijarê de mirov dikare gelekî ji tesîr-reaksiyona li cem nebat û heywanan hîn bibe. Jiyana wan a ji zêdebûn, parastin û xwedîkirinê pêk tê, bi şêweyê ji aqlê xerîzeyî pirr hînbûn e, dimeşînin. Îhtîmala şaşiyê bi qasî mirov bibêje nîne, kêm e. Ez hez dikim ku mijarê bibim ser hebûnên bêcan jî. Mînak em hêza dinya me ya kişandinê weke aqlekî xerîzeyî yê hundirîn tesewir bikin (ez bi xwe xwediyê fikreke bi vî rengî me), her obje, heta her zerre wê li gorî rêjeya hêza bandora kişandin û dahfdanê bijî. Ji tesîrê rev gelekî bi sînor e. Lê dibe ku rev bi hêza rohnî û tîrêjê ji bandor û tesîrê mumkîn bibe. Di vê çarçoveyê de felsefeyên gerdûnê bêpîvan û beredayî dihesibînin zêde min têr nakin. Fikra ku dibêje gerdûn bi mejiyekî diyar tevdigere, fikreke hêja ye ku mirov têra xwe hûrûkûr li ser bisekine."    'VÊ CARÊ TALÛKE CUDA YE'    Ocalan balê dikişîne ser talûkeya pêş û wiha tîne ziman:" Mejiyê mirov seyr e, ji ber ku jê tê mejiyê vê gerdûnê binpê bike. Belkî weke me di mînaka rohnî û tîrêjê de jî dît, ev şêweyê mejî (mejiyê analîtîk) ji bo mirov weke serdestiyekê were şîrovekirin. Lê bi giraniya şêwazê aqil ê gerdûnê re nakok e, em ê vê çawa şîrove bikin? Belkî ‘teorema kaosê’ hinekî mijarê zelal bike. Çawa ku tê zanîn, di teoriya koasê de, di nava bênîzamiya mezin de li nîzamê tê gerîn. Nîzam bêkaos mumkîn nîne. Mirov aliyên rast û mafdar ên di vê nêzîkatiyê de nikare înkar bike. Lê li vir pirsgirêk ew e, jiyana mirov a di bin bandora kaosa civakî de (pêxîrtengî, krîz jî di navê de), di çiqas demê û mekanekî çawa de dikare dewam bike. Ji ber ku mekan û dema xweragirtinê ya civakê li pêvajoyên kaotîk bi sînor e. Gelekî dirêjbûna demê û zêde zirardayîna mekan (hawîrdora ekolojîk) bi hêsanî dikare dawî li civakan bîne. Di dîrokê de em dibînin gelek civak ketine vê rewşê. Em dizanin ku komên destpêkê yên mirov tevahiya ‘dema dirêj’ ya (ev dem ji sedî 98’ê jiyana mirov digire) hebûna xwe di nava rewşa kaotîk de bûn. Dema di bin nîzamên neolîtîk û şaristaniyan de derbasbûyî bi tevahî ji sedî diduyê giştî jî kêmtir e. Bi kurtî, belkî jî dirêjbûna demê bi tevahî jiyanê bi dawî nake. Lê vê carê tehlûke cuda ye. Di navbera pêvajoya kaotîk a beriya şaristaniyê û piştî wê de cudahiyeke diyar heye. Şaristaniyê hawîrdor ne tenê ji bo civaka mirov, ji bo tevahiya bi can û zindiyan gihandiye sînorên tehlûkeyê. Ya ji vê jî xirabtir, desthlatdarî û sermayeya di hinavê civakê de her saet bi şêwazê kansêrê (zêde mezinbûna bajaran, çînên navîn, bêkarî, milletperestî, cinsperestî û zêdebûna şêniyan a pêşî lê nayê girtin) belav dibe. Ev şêwazê kansêrê bi awayê halîhazir jî belavbûn û mezinbûna xwe dewam bike, mirovatî wê xweziya xwe bi dema beriya şaristaniyê bîne. Pêvajoyên kaotîk ên bi kansêrê tên, ji nîzamên nû zêdetir, bi mirina civakê bi encam dibin. Em gotinên zêde mezin nakin û hukmên nepixandî nadin. Mirovên bi berpirsiyarî radibin, mirovên zanyar her roj di vê mijarê de hukmên hê girantir didin.   ÇARESERÎ AQILÊ CIVAKÎ YE   Ocalan li ser girîngiya agilê civakî û çareseriyê jî radiweste û wiha lê zêde dike. "Divê mirov qîmet û nirxeke mezin bide aqil, ev esas e. Aqlê civakî rastiyek e. Civak bi xwe ew qad e ku aqil lê tê cem hev, zêde dibe. Bêhêvîbûn ti maneya xwe nîne. Dengekî din heye ku ji tevahiya pîroziyan bilind dibe û tê, û weha dibêje “Me aqil da we, hema bi tenê di rêya şer de bi kar neyînin, di rêya xêrê de bi kar bînin. Hingê her tiştê pêdiviya we pê heye, hûn ê bi dest bixin!” Bi rastî divê em vî dengî bibihîsin û fêhm bikin. Dengê wijdan ku jê re aqlêselîm ê civakê jî tê gotin û dengê exlaqî yê civakê jî vê dibêje. Dengê dixwaze hunerê azadiyê yê jê re polîtîka civakî tê gotin were bihîstin jî heman tiştî dibêje. Xebatên civaka demokratîk pratîka vî dengî ne. Sîstema şaristaniya demokratîk teoriya vî dengî ye."