Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin 2017-12-19 15:09:37   MÊRSÎN - Hawirparêzên Mêrsînê, bertek nîşanî betonkirina peravên deryayê dan û diyar kirin ku Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin.    Komeleya Dostên Hawirparêz ên Mêrsînê, bi armanca balê bikişîne ser texrîbatên mezin ên li ser peravên avê li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Edama Komeleya Dostên Hawirparêz ên Mêrsînê Suna Kiliç û gelek kes beşdarî civînê bûn. Suna Kiliç di civînê de axivî û diyar kir ku planên hawirdorê yên hemû şaredariyên Mêrsînê, qadên şîn tune dikin. Kiliç, da zanîn ku dema şaredariyan li ser qadên hevpar ên gel çûn sererast kirinan, qet serî li STO’yê nedan û wiha got: “Divê sererastkirinên ji bo qadên şîn û parkên gel, STO û gel bên agahdar kirin.”   ‘DEST NEDIN QADÊN ŞÎN’   Kiliç, bang li Serokê Şaredariya Mezin a Mêrsînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz serokê şaredariyê dema we dest  bi peywira xwe kir, we soz dabû ku dê “Mêrsîn bi şînkahiyê têr bibe.” Lê niha li bajar tenê 3 û 5 qadên şîn ên gel lê bêhnê digirin mane. Tê gotin ku bi armanca sererast kirinê hemû derî dikin beton. Em weke gelê Mêrsînê ji vê rewşê bi gazincin. Dest nedin qadên me yên şîn. Em dixwazin hûn dawî li komkujiyên daran bînin. Divê li kolan û peravên avê yên Mêrsînê dar bên çandin û qadên şîn ên gel lê bêhne bide bên avakirin.”   Piştî daxuyaniyê civîn qediya.