ROJEVA 30’Ê ADARÊ 2020'AN 2020-03-30 09:00:22 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê, balê dikişîne ser talûkeyên îro û çareseriyê nîşan dide.  Ocalan, diyar dike ku bi tenê bi analîzên çînî, bi rêçeteyên ekonomîk, bi tedbîrên polîtîk, bi danehevên herî zêde yên desthilatdarî û dewletê pêşî li hilweşîna civakî û ekolojîk nayê girtin. Ocalan dixwaze ku mirov hûrûkûr li ser pirsgirêkê rawest e û destnîşan dike ku çareserî aqilê civaki ye.  * Hevseroka Şaxa SES’ê ya Rihayê Eylem Salar, tevlênekirina saziyên tenduristiyê ya lîjneya zanistê rexne kir û got ku divê li dijî vîrûsa koronayê çareseriya herêmî bê pêşxistin.   * Karkerê tenduristiyê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Sing û Cerahiyê ya Dr. Sûat Seren dixebite, diyar kir ku rojê maskeyek digirin û ji bilî maske tiştekî parastinê nadin wan.    * Derket holê ku di cînayeta Tahîr Elçî de 3 polisên ku berê weke şahid hatibûne guhdarkirin, di encama rapora ku Baroya Amedê bi Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê dabû amadekirin bûne gumanbarê cînayetê.    * Li Çiyayê Cûdî gelek deverên wî heta dawiya salê hatine qedexekirin, baregehên leşkerî yên nû hatine avakirin û navbera wan 5 kîlometre ye. Ji bo rêyên van baregehan jî li herêmê qirikirina daran pêk tê.    * Bavê Mahmût Tûtal ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye Emîn Tûtal, destnîşan kir ku divê di sererastkirina înfazê de cihêkarî neyê kirin û got ku divê sererastkirina înfazê bi herkesi bêhn bide berdan.   * Parlamenterê CHP’ê Abdullatîf Şener, sererastkirina înfazê ya AKP’ê rexne kir û gotinên Erdogan ên derbarê efûyê de bi bîr xist û got ku sererastkirin hem li dijî gotinên Erdogan bixwe û hem jî li dijî Hiqûqa Îslamê ye.    * Erkan Taşkan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûs girtî ye, diyar kir ku li girtîgehê li dijî vîrûsa koronayê bergirî nehatine girtin û angaşt kir ku personelên girtîgehê maske û lepik bi kar naynin û bi vî halî xwarinê didine wan.    *  Derûnînas Mehmet Emîn Akbaş, diyar kir ku vîrûs weke civakan di dewletan de jî dibe sedema panîk û xofê û ev tişt got: “Heke dewlet bi vîrûsê re serî dernexin dê hebûna wan bê nîqaşkirin”   * Civîna Desteya Zanistê ya Vîrûsa  Korona eê bê lidarxistin.   * Pêşketînên derbarê vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandîn    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê derbarê xebatên xwe yên Navenda Koordînasyona Krîzê ya Vîrûsa Koronayê de daxuyanî bîde çapemeniyê. (13.30)