ATO: Li Enqereyê 18 xizmetkarên tenduristiyê bi cewba Covid-19 ketin 2020-03-30 08:38:25     ENQERE - Odeya Tabîban a Enqereyê, diyar kir ku di desta 18 xizmetkarên tenduristiyê de covît 19 posîtîf derketiye û xwest xizmetkarên tenduristiyê bên parastin û bi rêk û pêk testa wan bê kirin.    Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), li ser medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku li Enqereyê 18  xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa corona ya nû (Covid-19) ketine. ATO da zanîn ku li Enqereyê testa 17 xizmetkarên tenduristiyê ya PCR pozitif û yek jî testa bi lez posîtîf derketiye û bi giştî li ser 18 xizmetkaran şewba Covid-19 hatiye ditin. ATO ji Wezareta Tenduristiyê xwest ku agahiyan zelal û rast bi ceaweriyê re parve bike û civakê rast agahdar bike. ATO xwest ku wezaret agahiyan bi xizmetkarên tenduristiyê re parve bike û xizmetkarên tenduristiyê çiqas xwedî agahiyên rast bin dikarin xwe û civakê biparêzin. Ato xwest hemû xizmetkarên tenduristiye yên têkoşina Pandemiyê didin rast bên agahdarkirin, bên parastin û bi rêk û pêk testa wan bê kirin.