Hêzên eskerî yên Emerîka ji Kerkûkê vekişiya 2020-03-29 18:43:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên leşkerî yên Emerîkayê ji bajarê Kerkûkê vekişiyan û baregeha xwe radestî artêşa Iraqê kir.     Hêzên leşkerî yên Emerîkayê ji bajarê Kerkûkê vekişiyan û baregeha xwe radestî artêşa Iraqê kir. Hevpeymana navnetewî a dijî DAIŞ’ê da zanîn ku wana ji ber pîlanên pêşwext baregehê valekirine. Bi amadebûna berpirsên operasyona hevbeş a Kerkûkê û nûnerên hikumeta Iraqê, hêzên Emerîka îro bi merasîmekê ji baregeha K1 vekişiyan. Leşkerên Emerîkayê baregeha xwe radestî Iraqê kirin. Li ser mijarê çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên Kerkûkê ku nexwest navê xwe bide ji Rojnews re axivî û got; “Leşkerên Emerîka kel û pelên xwe bi rêya balafiran veguhestin hewlêrê. Hemû cihên xwe yên leşkerî valekirin.”   Li ser heman mijarê hêzên hevpeymana navnetewî a li dijî DAIŞ’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wana îro baregha xwe ya K1 a li kerkûkê bi temamî valekirine. Herwiha hevpeymanê ragihand ku di baregeha wan de buhayê 1 milyon dolar kel û pel hebûn û bi wî awayî radestî hêzên Iraqê kirine. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku valekirina barehên li Iraqê ne ji ber vîrûsa korona ye û ji ber pîlanên pêşwest pêkhatiye. Baregeha K1 ya li Kerkûkê yek ji baregeha herî mezin ya Emerîka a li Iraqê bû. Di sala 2003’an de hatibû avakirin.