Covîd-19: Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe 2020-03-29 18:33:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji welatê herî zêde vîrûsa corona lê belav bû û bû sedema mirinan Îran e. Lê rayedarên dewletê rastiyê ji gel vedişêrin û hejmara miriyan nîşan nadin. Li Îranê ku li gorî daneyên fermî 2 hezar û 640 kesan jiyana xwe ji dest da, bandora xwe li girtîgehan jî kir. Piştî şewb ket girtîgehan, bi hezaran girtiyên edlî hatin berdan, lê girtiyên siyasî nehatin berdan.     Li Îranê hejmara kesên mirine gihişt 35 hezar û 408 kes an. Ligor daneyên resmî yên dewletê dane kesên heya niha tûşê nexweşiya Covîd-19 bûne 35 hezar 408, yên mirinê 2 hezar 640 û yên ji vê nexweşiyê rizgar bûne jî 11 hezar 679 ên.  Bandora vîrûsa koronayê a li Îran û rojhelatê Kurdistanê pir mezin e, lê belê ji destpêkê heya niha ne rayedarên dewletê ne jî hikûmet rast nêzî mijarê nabûn û tedbîrên pêwîst negirtin.    WEZARET Û RAYEDAR AGAHIYÊN RAST NADIN   Çi Wezareta Tenduristiyê ya Îranê û çi jî rayedarên hikûmetê di derbarê rewşa li welat û asta zêdebûna nexweşî, mirin û bandora vê vîrûsê a li ser gel agahîn rast ranagihînin. Jixwe heya niha pêdivîyên gel ên paqijî, dîsan derfetên ji bo dermankirinê an jî pergalek bi rêk û pêk a ji bo qarentîne kirina nexweş û eleqederbûna bi wan re nîne. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiya Îranê ve hate dayîn, di nava 24 saetên dawî de 2901 kes bi vîrûsê ketine ku 12 391 baş bûne. Her wiha di nav 24 saetan de 123 kesan jiyana xwe ji dest daye. Berdevkê wezareta tenduristiyê di daxuyaniya xwe a dawî de ragihand û da zanîn ku ne pêkane heya 15’ê Nîsanê em bikaribin behsa kontrolkirina vê nexweşiya dijwar bikin. Û ragihand ku bi tevlîbûna gel û hin sînordarikirinan ew wisa difikirin ku bikaribin heya dawiya meha Nîsanê encamekê bigrin.    RÊ NADIN JI DERVÊ DAXUYANIYÊN FERMÎ AGAHÎ BÊN PARVEKIRIN   Girîng e mirov destnîşan bike, derveyê agahiyên resmî ku hikûmet radigihîne, di ragihandina hundirê welat de rê nayê dayîn qala rewşê bê kirin, an jî di vê mijarê de rexne li hikûmetê bê girtin. Di destpêkê de ger behs û nîqaşek di vê mijarê de hatibe kirin jî, dovre rê li vê yekê hat girtin û tenê cih dan ragihandinên ku ji aliyê rayedarên dewletê de tê dayîn. Lê agahiyên ku di hundirê welat de tên rewşa heyî xirabtir nîşan dide.    Li gor daneyên resmî ên di derbarê hin bajaran de;   Makû: 11, Çaldiran: 3, Xoy: 81, Selmas: 15, Ûrmiye: 195, Eşnewiyê: 13, Neqedê: 21, Pîranşer: 14, Serdeşt: 17, Poldeşt: 5, Şot: 5, Çayparê: 4, Miyandûap: 56, Mahabad: 39, Bûkan: 80, Şahîndej: 38, Tekab: 18 kes mirine.    Yanî li ‘Azerbaycana qerbî’ heya niha 615 kes tûşê vîrûsê bûne, 339 kesên baş bûne û 53 kesan jî (ev daneyên resmî ên dewletê ne û hejmar ji vê gelek zêdetir e) jiyana xwe ji dest daye.  Lêbelê agahiyên me ji kesekê ku nexwest navê xwe eşkere bike, girt; dewletê li Banê dabû diyarkirin ku heya niha 9 kes mirine, lê vî kesî ragihand ku tenê kesên ku ew dizane, zêdeyî 30 kesan li Banê, bajarê rojhelatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. Dîsan li gelek bajarên din ên Îran û rojhelatê Kurdistanê hejmar ji yên heyî gelek zêdetir e. Her wiha vî kesî ku nexwest navê xwe eşkere bike, da diyarkirin ku gel di rewşek gelek xirab û kambax deye. Gel di rewşekê deye ku nizane çibike.    PIŞTÎ VÎRÛS LI TEVAHIYA WELAT BELAV BÛ TEDBÎR GIRTIN   Ji xwe di van çend rojên dawî de bi zêdebûna daneyên vîrûsê, ji aliyê hikûmetê ve derveyê karên zarorî derketina derve hat qedexe kirin, ji bilî banqe, dikan, market û dermanxaneyan hemû kar û barên din hatin qedexe kirin. Duh jî ragihandin ku ger maşîna bajarekê li bajareke din bibînin ew ê dest deynin ser û heya mehekê desteser bikin. Yanî sînordarkirin û dedbîrên pêwîst piştî du mehan ku vîrûs li gelemperiya welat belav bû ragihandin.    Rayedarên Îranê ji destpêkê de li şûna ku tedbîrên pêwîst bistînin û gel rast agahdar bikin, bi gotinên ne cidî û weke ku wê rewşek cihê rû nede, ger rû bide jî ji bo her tişt amadene, pêşan kir. Di raya giştî de jî rewşek wisa dan avakirin ku qaşo her tişt baş pêş diçe. Hikûmetê alîkariya derve yekser red kir; ku fermandarê muhafizên dewletê Husên Salamî bi daxûyaniyekê da zanîn ku Îran di mijara têkoşîna li dijî Covîd-19 de hewceyî bi alikariya DYE nîne û ger pêwîst bike û gelê Emerîqayê bixwaze ew ê bikaribin her cure arikariyê bidin wan. Lê a rast rewş ne wek Salamî qalê dikir bû. Ji ber ku rewşa gel a heyî, nexwasim aboriya li welat û bê karî gel xistibû nav tengahiyeke mezin.    LI BAJARÊN KURDISTANÊ REWŞ GIRANTIR E    Li bajarên Kurdistanê rewş hîn girantir bû; ji aliyekê rewşa kasibiyê, ji aliyê din de kêmbûna derfetên heyî rê nedida ku gel pişta xwe rast bike. Bi taybetî di van rojan de ku her tişt hatiye qedexekirin û gel ji bo debara xwe a rojahne bike, neçare her roj li derve be û kasibî bike, dewletê teqez da diyarkirin ku kes cihê kar û barê xwe neveke, ger kesên vebikin jî wê bên ciza kirin. Helbet tedbîrin wiha pêwîst in, lê di rewşekê de ku dewlet bikare pêdiviyên gel ji her hêlê de pêk bîne. Jixwe li rojhelatê Kurdistanê rewşa aboriyê pir xirab û kambax e, gel dide diyarkirin ku ew di rewşa heyî de jî nedikarîn debara xwe bikin, ger di van rojên dijwar de jî karekê nekin, ew ê bi zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû bibin. Mînak li İslamabada girêdayî Ûrmiyê ku bi gelemperî Kurd lê dijîn, çend roj berê xistibûn karantinayê û li wir rewş pir xirabe. Tu derfetên tenduristî û dermanî jî nînin.    Rayedarên dewletê dabûn diyarkirin ku ew ê bank qerên kesan heya 3 mehan taloq bikin, lê di demek kin de bankan di hesabên kesan de, bê xebera wan pere kêşandin û ew bi rewşek nediyar re rû bi rû hîştin. Dîsan li Xorasanê karkerên ku rojane diçin karkeriyê û debara xwe dikin, bi komî li meydanan radiwestin û li bendê dimînin ku yek bê û karekê bide wan: Ji bo wê, gel ji hin saziyên xêyriyê yên ku girêdayî dewletê ne û pareyek gelek zêde di dest wan de kom dibe, xwest arikarî bi karkeran bikin daku ew jî bikaribin di wan rojên bi zehmet de li mal bimîmin û bikaribin debara xwe bikin.        Jixwe Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di axaftina xwe a di civîna kabîneyê ku di 26’ê Adarê de pêk hat, da diyarkirin ku li welat pirsgirêkên wan ên kêmbûna textên nexweşxanê, perestar û doxtoran nîne, belku li gelek bajaran textên zêde ên beşa lezgîn hene. Her wiha da zanîn ku di roja sêşema derbasbûyî de wan tespît kiriye ku li bajarê Meşhedê ji %60 textên nexweşxaneyê vala bûne. Ev daxûyanî di demekê de hat ku nûnerê Meşhedê Riza Şiran Xorasanî dabû diyarkirin rewşa heyî kapasîteya nexweşxaneyan derbaz dike û di vê mijarê de hişyar kiribû û gotibû; “dewlet şaş dike ku rastiyê nabêje gel.”  Jixwe di derbarê zêdebûna zerfiyeta nexweşxaneyên bajarên Mazenderan, Gîlan û Gulistanê û berpirsên resmî hişyarî kiribûn û bal kêşandibûn ser kêmbûna kadroyên tenduristiyê. Di vê mijarê de çapemeniya muxalif jî li ser van mijaran sekinî û rexne li hikûmetê girt. Nemaze gelek dîmen û wêneyên ku di hundirê welat hatibûn jî bi raya giştî re parve kirin.    BI HEZARAN GIRTÎ HATIN BERDAN LÊ YÊN SIYASÎ NEHATIN BERDAN    Yek ji mijara ku herê girîng û ket rojeva gel û çapemeniya muxalif jî, rewşa girtiyan bû. Li gelek zindanên Îranê bi hezaran girtî hatin berdan, lê girtiyên siyasî derveyê vê yekê hatin girtin. Jixwe ligor daneyên berpirsê saziya girtiyên Îran ê, li girtîgehên Feşafûyê, Qorçek Veramîn û Ûrmiyê heya niha 9 kes mirine. Ev daneyên resmîne, wer tê texmîn kirin hejmar ji vê zêde be. Li gor agahiyên ajansa Herana dane, sedema mirina van du girtiyan; “ji ber bê baldariya ji hêla tibî de” van kesan jiyana xwe ji dest daye. Û piştî ku nexweşxaneyê nexwestiya li van du girtiyan binêre, ew birine hucreya takekesî û li wir jiyana xwe jidest dane. Ev yek jî nêzikatiya rayedarên girtîgehê a ji girtiyan re radixe berçav an. Dîsan li girtîgeha Seqizê; ligor agahiyên Radyo Ferda û bbc farsî, 80 girtiyan ji ber tirsa vîrûsê fîrar kiriye ku hin ji wan kesan carekedin hatine girtin.    Saziyên mafê mirovan di hefteya derbasbûyî de bi caran daxwaza berdana girtiyên medenî, siyasî û ragihandinê kirin, lê belê dadgeh li dijî vê daxwazê derket. Li gor agahiyên ku girtiyek ji girtîgeha navendî a Tehrana Mezin daye Îran Întirnişnal ê, hejmarak zêde ji girtiyên li vê girtîgehê tûşê vîrûsa koronayê bûne û ji ber kêm bûna amûrên tenduristiyê rojane xeberên mirina wan tê ragihandin.    Bi kinahî mirov dikare bibêje rewşa li Îran ê, nexasim Kurdistanê her ku diçe giran dibe. Yên ku di vê rewşê de jî herê zêde ji polîtîkayên dewletê yên ne rêk û pêk, şaş û dem kin zirarê dibînin gel in. Bi taybetî jî bajar û navçeyên Kurdistanê ne ku ji her cûre amûr, lewazim û derfetên karî, tenduristî û hwd. bêpar in.    MA / Zehra Mohammedzadeh